12 Kasım 2009 Perşembe

Agirê Evîndarî


Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo

Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na,
Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na
Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye?
Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na

Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî?
Ahî dema destê wî l’bin serê min!
Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?
Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriştim ay dil îşev çima çû?


Cegerxwîn




Cegerxwin Kî Ye

Şêxmûs Hesen, bi navê xwe yê din Cegerxwîn, (1903-22.10.1984), yek ji helbestvanên herî mezin yên gelê kurd e.

Berhem:

Helbest

* Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam
* Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam
* Dîwana siyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd
* Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû, 1980 Stockholm
* Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû, 1981 Stockholm
* Dîwana sesem: Sefeq, Weşanên Roja Nû 1982 Stockholm
* Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm
* Dîwana hestem: Astî, Weşanxana Kurdistan, 1985 Stockholm


Ziman û Ferheng

* Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda
* Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda
* Ferheng, perçê diwem,1962 BexdaBüyük



10 Kasım 2009 Salı

Bextreşî



Di mirûsê qirna bêyom de
Qurmiçînek dûvdirêj bûn
Rê û şifîleya şopên veşartî
Şape di ser de bê
Min ev wêne li ku kişandiye?
Tew keniyame jî!
Tev riyên
Bi xêzpeyamên rûberî ye
Kenê min


Ez dilokek ji Serhedê bûm
Dilopek ji Şêwla Gola Ûrmiyê
Tîna ku ji ber xewnereşkên şarînî
Ji pesnên sirûden çarînî
Nêrîneke qop
Mirineke bê rê/şop
Ango
Yek mirin yek nêrîn
Û
Yek ji meytê çarşevî / bêhnketî…


Xezebên pêşwext
Çavên li riyan
Berên li deriyan
Bêhesab
Bêkîtab


Sosretiya herî mezin jî
Di hemû wêneyan de
Li kenê xwe yê virnikî dilikumim
Kenê raperînên bisihûd
Di zozanê temenê min yê
Bêwext
Ji navbarê ketî
Û li ber tu tiştî neketî…
Çi mirineke xerîb û fotojenîk!
Ji hemû wêneyan
Kenê xwe yê ricimkirî kom dikim


Min ev nîvhelbest
Li ku nivîsandiye
Şape di wê de jî bê
Ew jî wek xwediyê xwe ye
Li dor bextreşiya xwe zîz dibe…
Tew ez hîn sax im
Tew rûyên bêperde ne
Rêzikên helbesta min…..


2006

Evdê Cano





Evdê Cano Kî Ye ?


Abdullah Oral, bi navê xwe yê din Evdê Cano, Helbestvanekî Kurde.

Sala 1980’yî de li Qoser ê hat dinyê. Di sala 1999’an de li heman bajarî hate girtin. Wê salê û vir ve di girtîgehê de ye. Helbestên wî rojname kovarên weke ’Azadîya Welat’, ‘Kovara W’, ‘Kovara Çirûsk’ê de weşîyan. Pirtuka ‘’GULAN’’ di şert û mercên girtigê de nivîsî di sala 2008’an de ji weşanên ‘Belkî’ hate çapkirin.


Berhem

''Gulan'', Helbest, Weşanên Belkî, 2008

KEVOKÊN ERMEN



Min gotibû ji te re:
…koremar e ev komar…
Te guh neda min
Te biya xwe kir
Te got:… kevok im ez
Kevokan nakujin…
Min got: Ne wilo ye
Kevokkuj e ev(ko)mêr kuj…
Te bi ya xwe kir
Bi miroviya xwe kir…

Kevok im leylim lê yar
Kevokê Ermen qurbanê
Li ser cahdan û nîvê rojê
Ez dimirim heyranê…

Evdê Cano

Sira Sibê


Sira sibê li bab û dara hewrê
Veciniqî û hişyar bû

Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahişt
Bilûre danî ser diranê
Ji sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr sitira

Kaniya bin dara hewrê
Bi dengê bilurê re nehwirand
Hêstir werwirand melûl melûl
Dilê heyvaji kovanên xwere
Kerî bi kerî kezext û dirand

Bilbilek firî ji hêlîne
Çu danî li gulya gulê
Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe
Berda dilê wan ji xuriyê
Dilop dilop niqutî û xurî
Niqut niqut nizilî û xurî

Di dilopa pasî de sefeq beyan bû
Ji bilûrê his birî kanî xayis ket
Li bine kema gulê bilbil ji can bû
Jînek nû dest pêkir bi sira sibe
Sefeq zelal xuza xuyan bûn



Rojen Barnas






Rojen Barnas Kî Ye


Mehmet Gemici, bi navêRojen Barnas e ku helbestvanekî kurd e.

Rojen Barnas ji Farqînê ye û di salên 60î de dest bi nivîsandina kurdî kiriye.
Di dawiya heftêyan de bi hin hevalên xwe re Kovara Tîrêj derxist, her di wan salan de kitêbeke şiîran bi navê Li bandeva spêde weşand. Barnas bi wê kitêba xwe riyeke nû di şiîra kurmancî de vekir û tesîr li gelek şaîrên nû kir. Rojen Barnas mîna gelek rewşenbîrên kurd mecbûr ma ku welatê xwe terk bike û piştî 80yî li Swêdê bi cih bû. Wî bi gelek navên cihê di mijarên cihê de nivîs nivîsandine. Barnas heta niha ev kitêb weşandine;

weşandine. Wekî din Rojen Barnas di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî û Nûdemê de gelek nivîs nivîsandine.


BERHEM


* Li bandeva spêde
* Heyv li esmanê Diyarbekirê
* Hingê
* Milkê Evînê
* Şiîr -1- (berhevoka du kitêbên wî ne)

CARÎCARNA



Carna xewn jî xweş in
Bîranîn jî xweş in carîcarna
Lê,
Ne beroş bi xewnan dikele
Ne nan tê firotin bi bîranîna
Dîsa jî ev e,
Jiyan
Li ber me
Bê wî jî nabe
Bê yê din jî qet.


Rojen Barnas

Kul 1 (Bê)



li min vegere
kulê…
roj berî rojeke kesk
bi kulman
êvaran ji min re bîne
bi hembêzan bajaran
ji min re bîne
“yadê” gotina ewilîn a zarokan
hejîran
dîlanan
newrozan…



xerîbê
çavên min bi zorê hînî çavên te bûbûn
ji cerga tu bûyî rêwî, destan teriqîn
xwîn misîn
bêdengî har, barbar, zinar
şev di êşa law de xelîl birahîm (im)
roj di êşa bav de simaîl (im)
êvar qurban



tik î tenê
bê sî jî
bi fereke dil
bi teşqele
bi kul
di nava destên min de can bide
naxwazim ji bilî min, bila tu kes li ber te nekevin
ez ê li ber te kevim
van keserên xwe yên qilêrî
bi çavên xwe yên bawî
çendîn li benda hatina te me bi teresî
bê…
an na
wê xortanî ber bavê


/her ku ez li awêneyan dinihêrim
rûyê te bi dizîka li wan tên xêz kirin
mijan li wechê te mayinde kon vegirtine
di rojên zelal û sibehên xunavîn de/


bikeve qeraxa rê
bide tengala bê
û

tagirtî
ji rehên laşê xwe yên tije xwê
amade kirine ji te re min benikên tayê


sîlûetê te li ser pelên papîrûsan dinivîsim
di bin çeng de bi xwe re digerînim
te ji kesên nexwendî dipirsim
geometriya gulê nizanin
lê tu, bi dev û lêv, stû û rû
pêk tê, ji senfoniyên çirçirkan ên nîvê şevê havînê


bê…


bi şiva bejna xwe
li koza deriyê berxikên min xe
ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te
ji bişkulên şil
morîk rêzkirine min li gerdena xwe


çeman
ji kerban
perîkên avên xwe rûçikandin
tu nehatî
dilketî xurifîn
tu nehatî
dest avêtin namûsa hechecîkan
tu cardin nehatî
hejîrên te jê hez dikirin xwe xwarin
tu dîsa nehatî
ka te ji hechecîk û hejîran hez dikir kulê?...
ka neynûkên wan te nedida bi malê dinê?...
hesreteke helbestvan hebû, ew jî qûnde bu
axx bê!...
şev û roj li min hatine xezebê
de haaa!... tu li ku ma



Rênas Jiyan















Renas Jiyan Kî Ye


Rênas Jiyan, helbestvanekî Kurd î nûjen e. Di heman demê de weşanger e û edîtorê Weşanxaneya Belkiyê ye. Mêrdînî ye lê li Amedê dijî. Niha di rojnameya Azadiya Welat de dinivîse.

Di sala 1974an de çêbûye. Xwendina xwe li Qoserê kiriye û zanîngeh jî li Amedê xwendiye û di zanîngeha Dicleyê de beşê mamostetiyê xelas kiriye. Li Qoserê mamostetî kiriye, lê ji ber ku bi kurdî dinivîsand û hin kesên din fêrî nivîsandina kurdî dikir di sala 2002an de hate girtin û di Dadgeha ewlekariya dewletê ya Amedê de hate darizandin. Dadgehê ew serbest berda, lê wezareta perwerdehiyê ew sirgunî gundekî Orduyê (herêma Deryaya Reş) kir. Du salan li wira ma û bi dû re vegeriya Amedê.



Berhem


1. Janya (helbest), Ji Weşanên Doz
2. Mexzena Xwînê (helbest) ,Weşanên Belkî
3. Di Tuvaletê de (şano), Weşanên Belkî
4. Ji Şevé Re Çend Tégehen Dera Hanê (Cerribîn-Rexne), Weşanên Belkî
5. Qerten Zimên-Dil Kartları(Kurdi-Tirkî),Weşa
nên Belkî, 2008

ZENGILÊ MIN


Zenge zenga zengilê min
Vaye dîsa deng veda
Dengê doza miletê min
Dinya girt û berneda

Zenge zenga zengilê min
Xweş hawar û gaziye
Awaza vê zenge zengê
Ji ferhenga Qazî ye

Her weku berq û biroskê
Xwe gihand çerxa felek
Sed û xweş bo vî dilê min
Ku min dî kurd bone yek

Lêxe lêxe zengilê min
Zengilê doza pîroz
Tu dil û canî, xweş nîşanî
Em didin peyman û soz

Peyman û soza mêrane
Geş dikin bihara me
Xebata qîz û lawane
Geş dikin Adara me

Sond bi wê rêça evîndar
Tim û tim têra diçin
Sond bi wê hizra pîroza
Norûzê jêra dikin

Ta ku mabin bê tenahî
Ev çiya û deşt û dol
Cejn û sersal dê bimînin
Her giz û nizim û melol

Ez ezînê em vehêlan
Ax ji derdê ez ezînê
Ez ezîna XANÎ gotî
Di cîroka MEM û ZÎNÊ

Lêpa kurd im serbilind im
Jîr û hişyar û lezim
Xweş kes û gernas û merdim
Dostê dostan her ez im

Sebrî Haco





Destana Egîdekî



"Lêxin, lêxin hevalno lêxin,
Bibarînin bibarînin, birano
Ev me çi dihesibînin!"
Hemu roj, hemu êvar, hemu şev
Wî weha gotibu u gule barandibû
Roj qulipîbu ser êvarê, evar ser şevê, şev ser rojê



Şer berdewam bu
Beden westiyayî, keser giran, birîn kur
Mêjî xurt,avur tuj
Dil keleha mêrxasiyê bu
Lome ji ne şerm bu
Ya man ya neman bu



Çi ji destê wî, çi ji deste wan dihat...
Îxanet li re bu
Îxanetê zora welatevîniyê biribu
Dor li wan girtî
Li jêr esker,
Li jor helîkopter
Nefes li wan çikyayî bû
Li pala çiyayen serîbilind
Di gundekî beçare ye Kurdistane de
Wext, wexta şer, man u nemane bu




"Hevalno, em çi bikin...
Begavî bextreşî ye, kambaxiya me kurdan e
Le, gava begavî li ber deriyan e
Wext, wexta jîr u mêrxasan e
Wext hatiye; wext, wexta şer e, xurtî u huner e
Em penc kes, ew penc hezar kes
Em penc hezar dil, ew penc dil
Em penc hezar dilen biheq, ew neheq
Kî dikare dile bi evîne hildave vegire?
Ma ev me çi dihesibînin!.."
Yek bi yek li hevalen xwe niherî
Ew yek bi yek hembez kirin
Bi herdu tiliyên xwe yen deste raste simbele xwe bada




Çek, pusat u rextên xwe şidandin Berîk ajot deve tifinga xwe 0 got;
"Hevalno, ji bîr mekin
Em penc hezar dil
Penc hezar efsaneyên li ser levan
Penc hezar destanên li ser kaxizan in
Penc hezar sterken ronîyen kurdan in..."



Saw u xofa mirine Coş u heyecana liberxwedanê
hebû
Li ser berfa gewher renge sor a xwîn 0 tave hebu
"Ax.,ev tav",
"Eger tava dane evare li me biqulibe
U em xwe bi evare bigihînin
Heye ku deriye felatê li me vebe7"
Çendîn şere dijwar ew ketibuye
Çendîn caran wî îxanet, daf, dek xefik u kemîn dirandibu
Ew şervane welatê şervanan
Regire bav û kalan bu




"Ev çi hale"
"Ez evîndar û şerwanê ronahiye
Ez dijmine tarî zulmete
Ez niha li heviya şeve me"




Ew penc kes bun, çar mer u jinek
Ku her yek ji derek, le xwedî qederek "
Lêdin hevalno lêdin
Ma ev me çi dihesibînin!.."




Deh bi deh, sed bi sed
Teqîna çekan, vizîna gulan bu
Ne vîçîna teyran, ne herîna hespan
Ne evîna segan, ne meyina berxan
Ne jî denge însanan bu
Bi tene dengek hebu
Zagon, zagona şer u lecan bu
"Kî ne ev eskeren ku weha gule li me dibarînin
Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin
Ma evîn u evîndaren wan
Hez u hezkaren wan nîn in
Çima ew hez u evîna me tenagihin"



Saet çend bu
Şeve çima weha mîna bukeke xwe xemilandibû
Sterk çima weha ronî
Heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bu
Di vê sar 0 seqemê de çima weha germ bu



"Sterken welatê min
Heyva erd u axa min"
"Hun şahîd in; em ne diz u keleş in
Ne pêxas u zikreş in
Em evîndaren we, egîden ronahiye ne
Eger li me qewimî 0 li vir em bun şehîden we
Xebera mêxasiya me bigihînin bi însan u gele me"



"Ax li min daye"
Çaven wê yen reş mîna çaven xezalan vekirî
Deve wê bi ken bu
Pore wê belavbûyî , stuye wê gola xwînê bu
Wî sere wê danî ser çoga xwe
Pişta xwe vekir, li stuye wê bada
Bi destan pore wê mist da
Bîstekê, bedeng çave wî li ser çaven xezalan ma
Çend dilop hestir ji çaven wî ber bi jêr bu
U ew giriya
Di bin barana gulan de ew giriya




Şev diçu
Sterk diçû , heyv diçu
Xewna azadiye, heviya felatê diçu
Hizr u bîr , serpêhatî 0 jiyaneke ciwan diçu



"Xwedeyo...
Ji berbanga Kurdistan xweştir
Ji rojeke nu ya welatê min geştir çi heye!"
"Em diçin"
"Em diçin, le kîdikare re li berbangen welatê min bigire
Kî dikare roja nu li welatê min qedexe bike?
" "Em diçin
Em diçin, le mîna ku bav u kalan dikirin Ji ve roja nu re xêrhatin
Ji ve berbanga welatê min re stran u gotin divê"
Wext, wexta strane welatê neçar bu
di berbanga sibe de, li sere çiyan
Alana denge egîdekî xort bu
"Lê lê daye...
Lê dayê, sere sibe ye, sibeyeke xweş e
Ve sere sibe bayekî sar e, li min serma ye le daye..."
ax le daye
Denge top u cebirxanan li ser sînga mine
Le dayê, ve sibe çarnikare,ax lê lê dayê
ax lê lê lê daye




Hevale Eziz
"Edî tu çare tune, mirin 0 çuyin li ber me ye
Eger em teslîm bin ji, qedera me mirin e
Em jî li ser riya kerwana şehîda ne
Em hevudu hembez bikin,
Heqê xwe ji hev re helal bikin
Wext nîn e, berî ku guieyek were
Em ber bi gule herin
Nav bedengiyeke kur de
Wan tifingen xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin
Defter û kaxizen xwe, cil u bergen xwe li ser hev danîn
U li agire wan niherîn
Her yekî du bombe,her bombayek li aliyekî navtengan
Bi xwe ve giredan 0 disan li hev niherîn
Wext hatibû;wext,wexta çuyine bu




Ba bu
Seqema serê sibê bu
Her der spî, her der gewher bu
Her der roni, her der muqedes bu
Jiyana xort, rojên bihurî bi bîra wi hatibu...




Zaroktî, mala mezin, koşka jor
Kuçe û kolanen teng, bîren kur
Bax u rez, av u çem, gund û zozan
Tirî u hejîrên bavu kalan
Keskesora barana biharan
Denge kahr û berxan
Govend bu
Jı rojên bihurî govend bi bîre hatibu
Dawet u dîlan li dar bu
Dinya mîna mehfureke rengîn a kurdî xweş
Mîna destaneke kevnar geş bu
Ew li sere gowendê bu
Coş li ser dil ken li ser ru
Ew govenkêşê dîlanê bu
Xwendin u dibistan dîsan xwendin u dibistan salen
unîwersîtê
Ev hemû, ev hemu niha li bîre wi bu
Bîr bubu kevokeka,bi firê ketibu




Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bu
Kirase sipî çiqas li ve axa welatê kurdan hatibu
Be çek, bê pûsat,bê kiras 0 be veger
Lı ber çaven wi leylana berfa spî
Li ser dile wî gurmina denge şehîdan
Ma kî u kî li ser ve axê şehîd neketibu
U axa rehmete maç nekiribu...
Dinya çiqas xweş, çixas bedew bu
Kirase spî çiqas li ve axa welatê kurdan hatibu
Wî deste xwe bir ber eniya xwe u ji bo cara dawîn
Li dora xwe niherî
Li dûr, li dur reşahiya eskeran...
Li dûr, li dur teyrekî mezin î spî li firê bu
Bi basken spî, ji aliyen çiyan ber bi geliyan
Li şahîdiya wê roja nu bu
Baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi ageh li fire bû
Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bu?
Ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bu?




Bîr dîsan li firê bu, hemu jiyan li bîre



Mal u malbat, xwîşk u bira
Ap u birazî, xal û xwarzî
Yek bi yek niha li ber çaven wî bu
Diya pîr a porspî li wir, li keleka wî bu
Ma wî her u her ji diya pîr a porspî re weha negotibû;
"Daye ez bî qurbanê
Ez berxê te, çavreşe bave xwe me
Iro jiyan e, sibe mirin e, mirin li ser sere me hemûyan e
Leledaye...
Eger te rojek xebera mirine bihîste
Tu bizanibe; min ruye xwe reş nekiriye
Berxê te, çavreşe we, Reşoye bavo şehîde weletê me ye..."




Ba, azman, herd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,
dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran,
xew, tarî, bahar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav,
dev, por, evîn, dayık, xwîşk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hevî,
dinya, evîn, dayik, hevî, dinya, hêvî evîn...
.....................
....................
...........

MEHMED UZUN








Agir



Tu agirê Zeus î
Ez ê te mîna Prometheus
Bidizim û li xwe bipêçim
Ez bi agirê te naşewitim...
Ji ber ku agirê te min naşewitînê
Ez û agir hevalbendê hev in
Em bê hev nikarin bijîn
Ez bi agir dijîm
Agir jî bi min



Ez ê agirê xwe bi heft ava bişom
Û
Ez ê têxim hembêza xwe
Lê mixabin
Dagirker û Bekoyan
Agirê min ji min standin
Na…! Na...!
Ez agirê xwe nadim we
Ji min pê ve tu kes nikare
Wê hembêz bike
Yên ku wê hembêz bike
Wê wan bişewitîne
Wê wan biperitîne
Wê wan bikuje...


Aydin Orak




















Aydin Orak Kî Ye?

Aydin Orak di sala 1982’de li Nisêbînê hatiye dunyayê.
Dibistana seretî û ya navîn li Nisêbînê xwendiye. A niha di Zanîngeha Anatolya -Fakulta Zanistîya Cîwakî (Anadolu Üniversitesi - Sosyal Bilimler Fakültesi) dixûne.
Di sala 2000’an de tevli şanoya Navenda Çanda Mezopotamya dibe.
Her wiha di fîlm û rêzefilman de jî dilîze.
Pirtûkek wî ya helbestan bi navê“Hestên Veşartî” hatiye çapkirin.

Girtiyên Azadîye



Generalekî tirsonek zalimekî bê însaf
Dîwaren qalind bê pencere avakir
Dergihên hesinî bi quflên pola dadan
Zindanên bin erdê zindanên sarî tarî
Bi hostayiya sedsala bîstan pekanî û li
Ber dergeh peyeyên bê mêjî
Mirovên potîn res gerdeyanên robot raçikan
Welat hezekî ser hisk, ko carekî got na êdî bese
Li vê keleha zerhî kire mihvan
General hertist je stand serbestî çek dê û bav xûsk û bira
Jê stand roj û xewnên sêrîn ronahî jê stand
Lê ma behwerî
Lêdan dane kehrebê hilwesandin kor
Kirin sûtandin diran rakisandin
Neynûk rakisandin namûs hingavtin
Marsen sofînî pê dane xwendin
Pîsî pê dane xwarin, lê çekê wî dawî
Behwenya wî nehejandin
Seveke havîna germ heyv li ezmana di
Bisirî û stêrkaw xwe bi ser herekorê û
Geverê de
Bi hisret newq dikir wê sevê
Dengê gula tivinga pêsmerge ji geverê
Firî û li diyarbekirê danî
Dîwarên qalin çirand û mizgînî anî ji
Girtîyên azadîyê re


Goran Haco








Goran Haco Kî Ye


Goran Haco helbestvanekî kurd e.

Di sala 1958'an de li gundê Dirbêspiyê ya Qamişloyê ji dayik bû ye. Heta sala 1974'an ango heta ku xwendina xwe ya lîseyê qedand, li Qamişloyê bû. Piştre ji bo xwendina xwe ya bilind çû Helebê û li wir Fakulteya Endezyariya Elektrîkê xwend. Piştî çûyîna leşkeriyê, bi qasî du salan li Dirbêspiyê di Daîreya Elektrîkê de xebitîm. Di dawiya sala 1985'an de jî derbasî Ewropa welatê Norwecê bû.

Ji gelek helbestên wî ji aliyê pismamê wî hunermend Ciwan Haco ve stran hatiye çêkirin.

Li Norwecê yek ji berpirsên 'Pirtûkxaneya Deîchmanskeyê' beşa 'Pirzimanî li derveyî zimanên norwecî' ye

Niha li paytexta Norwec Osloyê dijî.

Nimêjgeha Xewnê



Dîsa bendergehên xemgîn ên giyanê min,
pêşwaziya pelên kenê te û dilsojiya berbejn
û bazbendaên bejna te dikin.



Dîsa pencereyên şînîgir ên dilê min,
pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te
û serava çolistana zuha ya gazinên te dikin.



Dîsa gulên xewnê rengên xwe ji lêvên te,
bîna xwe ji sêvên te, didizin.



Dîsa zîvên gerdena Zînê,
di şemala gerdena rojçêbûna te de,
di helkehelka raz û nehêniyên dûrbûna te, dirizin.



Dîsa şewatên ferhenga bîra min,
“serxet” û tirsegavên bêrîkirina dapîra min,
sertaca Amûdê ji bo rondikên xatirxwestinê hildibijêrin.



Dîsa bendên axê, bîna rihana destê te
û pirtûka êşa stêrkên sînga te,
çîroka aferîdeyên ji tozê,
ji miriyên xoşewîst re dibêjin.



Dîsa hineya porê te,
di asoyên sersomiya min de,
sawa şevistanê ji bîr dike.



Dîsa bişkojên bişirîna te;
Ji nişkê ve nermebarana nêrîna te,
Paytexta seferê pîr dike.



Dîsa wek dara hinarê ya ji westana dayika min,
li xuşîna rûpelên zimanê te digerim.



Dîsa wek çûkên destê sibê,
li ser şaxên metirsiya te,
di bêhûdeyiya navê xwe de , radiperim.



Dîsa zingîna zencîran pêşkêşî sermageriya tozê dikim.


Dîsa leşkerên pêxêra dîroka te radestî xencera dozê dikim.


Dîsa xweliya dengên xwe û bêzariya rengên xwe
û giryana cengên xwe li ber lingên te radixînim.



Dîsa çira hevdîtina mişextên mirî,
bi dudiliya duryan û bi kêlikên velerzînê,
bi nehwirînê, dişikînim.



Dîsa di kavilên xwîna xwe ya windayî de
di wêrana birîna xwe ya rizyayî de
di dûmana axîna xwe ya serberdayî de
qebqeba kewên te, desthilata dewê te,
êşa berboriya te dikişînim.



Dîsa pişta xwe didim dilovaniya ava te
û berê xwe didim reştava te
û bîranînên reşekonan bi melhêbên girî didêrim.



Dîsa
wek çavkaniyeke kûvî,
ji keservedana te der diçim
û zeviyên matmayîna te de,
di sirûdên zayîna te de, diçêrim.



Ehmedê Huseynî












Ehmedê Huseynî Kî Ye ?

Ehmedê Huseynî helbestvanekî mezin ê kurd e.

Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kiriye. Di Roj TV de bernameya wî heye.

Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand.

Piştre li Zanîngeha fiamê ya Sûriyeyê beşa Felsefeyê qedandiye. Hikûmeta Sûriyeyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê. Huseynî di sala 1989’an de çû Swêdê. Niha jî li Îngilistanê dijî. Gelek pirtûkên Ehmed Huseynî hatine çapkirin.

Di sala 2002’yan de ‘Dîwan’a wî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin. Di dîwana wî de hemû berhemên wî hene.




Berhem


• Mistek ji şîna bêcir, Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê
• Bi xewna we pênûsê dilorînim, Stockholm, 1993, Weşanên Jina Nû
• Rono û sirûdên bêrîkirinê, Stockholm, 1994, Weşanên Jina Nû
• Sîriskên hesinî (Selîm Berekat) Wergerandin, Stocholm, 1997, Weşanên Apecê
• Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê
• Bajarê Dirinde, 2003, Weşanên belkî
• Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmancîya Nivîskî 2004, Weşanên Aram

Bi Hevre


Xwazdî ez tu hevre bin
Bi hevreherin xorînê
Wer dê bihêrin kotra bin
Bang dîn bi hevre narînê

Dwînî kotra hêra bûm
Awaz ji cir dixwînê

Fîrabîl û beyaban
Hawar ji dest evînê

Ez tu watu yek dil wîn
Hêzan cwadi wînê

Vêra pêkra hıfne wîn
Bircînê ya binvînê


M.Ö. 330

Boraboz

Bêdeng


Bêdeng dima tu û berf dibariya


Di çavên te de dest pê dikir şevê
Di pirtûkên nîvcomayî de didomiya
Kêreke ko bû roja ku li ser eniya me dihat tûjkirin
Wext awêneyên şikestî bûn


Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û berf dibariya
Rêbendan porê min ê gewrbûyî bû, dicemidîm
Sibat ewladekî bêxêr bû, qaçax bû
Û dûr bû havîn dêyek bû
Şopên adarê li ser bedena min e
Roj wek cêwiyên heman xeberoşkê bûn
Nîsan di porê min de şil dibû tim


Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û baranê dest pê dikir
Em pir li hêviya xwe hiştin
Qet di wextê xwe de nehat Gulan
Pûşper Aram bû ango kesekî wisa bû
Wek dermankirina birînan bû
Belkî Tîrmeh xewnek bû
Tebax bi stêrkan digirt ser şeva me
Gulek di ser sûc de dihat zeftkirin
Îlon qîrînên zarokekî bû


Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û bê dest pê dikir


Wek pelekê rêya xwe windakirî bû Cotmeh
Me xwe bi wexêrî sirgûnan dikir
Gelo yên mayî em bûn an yên çûyî, nedihat zanîn
Mijdar di bê de pêşrewek bû
Û hebekî Itrî
Berfanbar bi dengê xwe dilerizî


Her çi qas wek xewnekê bêhnçikyayî bibuhure jî
Tu demsal bi qasî çavên te
Bêmerhamet bi kar neanî neşter


Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û berf dibariya


A.Hicri İzgören


Werger: Lal Laleş, Yaqob Tilermenî
Çavkanî: http://www.kovaraw.com
 

Sedsalek Ji Bêrîkirinê



Li ber destên kenê te yê sar,
Jînnameya xwe velo dikim
Û şîna payizên te
Li dara hejîrê dikim,
Ya siya bêzariya xwe, nîgar dike..
“ jandar e sêwîtiya daran”

sergerdanim
li ber dergehên te yên
ji tûtin û qewanan...


dê sirûda xembarî û poşmaniya xwe
ji reşiya çavên te re bêjim,
ji baxçe û kolanên te
yên ji tirs û bêbextiyan..

ji nûve li ser Miştenûr dîn bibin
“ ew jî bi me re dîn dibû”
li ser zinarên reş û belavbûyî
we k hêviyekê..
di şkeftên cinan de yên
hîştî
weke jinbîyekê..

na
ne ji bagerê re bûn
hemî derewên sipî,
ne jî ji mirinê re
hemî lîstok..!

dê di baxên te de
bêçare bibezim
ji tirsa dînên te
û dekên te yên neqişandî
li ser dîwar û gul û destên evîndaran..

dê li ser Kerbeşên dilovaniya te bibezim
pêxwas
bi alî dapîrekê de,
çîrok û bişrîn bi ser qedera me de
dibarandin
û bi destên xwe yên daristane
tejika hirî pîne dikir
da bijîn gulên hewşê..

bi alî girê te de
beqmasiyan ji yadîgara kaniyekê
nêçîr bikim
û wan ji nûve bavêjim
dawa te ya miçiqî..

na
ne ji xewnan re bûn
hemî daxwaz
û ne ji bêhûdeyiyê re bû
ewqas girî..!

ji kenarên xwe bipirse
bo çi evîndarên te
di qeyika yekemîn de
ji te koç dikin..!

Ji zeviyê xwe bipirse
Bo çi şêtên te
Di darbesta yekemîn de
Li te vedigerin..!

Îşev
Dûrî te bi çend sedsalan
Nêzîkî te bi çend kêlîkan
Bêrîkirin
Min dudil dike,

Naxwazim vegerim cadeyên te,
Tax û zerbûna silava te,

Naxwazim vegerim
Zarokekî birçî
Li ber çavnebariya dilê te

Ne jî dûrî te mezin bibim
Û di kefenekî de
Vegerim goristana te.



JANA SEYDA
















Jana Seyda Kî Ye ?


Jana Seyda helbestvaneke Kurd e.

Di sala 1976 an da li Amûdê hatiye dinyayê. Li universîteya Helebê endezyarî xwendîye. Di despêka 1990 î da nivîs û helbestên wê di gelek kovar û rojnameyên kurdî û erebî da dest bi weşandinê dike.


niha li istembolê dijî

Berhem

• ''Şeva Dawî' 'Helbest
• ''Destê Sibê Deriyên Nîv Vekirî yên Evînê'' Helbest
•''Bîrewerîya laş'' wergerandina romana romannivîsa cezayirî Ehlam Mistganmî
•''Ber êvarî'' Helbest

Gulasor



Gulasor hilbû jor
Bin da dor gula sor
Lipaş çiyayê Qaf şinbû
Alem jêre evîn bû
Bi me xwes dame heş
Em bi bîna wê sermest
Eme pê şabin serbest
Nezanîn xemrevîn xemilîn
Pê zemîn
Gula bi kelemê di nav baxê îrema
Hey gula sor alem li dor
Bi civin û bîn bikin dor bi dor


Qedrîcan











Qedrîcan Kî Ye?

Qedrîcan an jî Qedrî Can (1911-1972) helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew bi navê Abdulqadir Can li Dêrika Çiyayê Mazî (Mêrdîn) di sala 1911'ê da hate cîhanê.

Piştî dibistana destpêkê, dibistana navîn û bilind çû Zanîstana Mamosteyan ya Konyayê.

Qedrîcan berê xwe dide Şamê û di nav bilbilên Şadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û keserkûr in de cih digre.
Beriya ku wefat bike, gelek name ji lêzimên xwe re şandine. Gotiye min pir bêriya welêt kiriye û ez dê rojekê vegerim.

Lê mixabin ev xwesteka wî bi cih ne hat

Roj Tu Carî Xwîn Dike


nîgaşêminî ku ez nikarim di nava
du rista heşidînim heye…
dibêm ez bê beytim hûn bê maliya min fêm bikin…


ez diran zorakekî, xewneroşkê wî xwînkirî me
min bavên, banê ku kulîlk vedikin
parsekê kenê zîvî
jî zilê re avise bihar
roja berfê
min bi gundoran bi heciqînin
.
.
.
dirûvpêxıstinê deynin ser min, ez ewrim
barêmin barane
min berdin deşta
tije bibim satilên keçikê gerden gewr
devên pitikên bêhna şîr di dirana de
min bidoşin


perwanîne kevanjen
beriya ku min pembû bibîne
de zarok
mîna çivîkekî
min bi firîne


ji qeftê çiyayê ku ziman xwînkirî
wiçînek deng bidim


-zarok!.. wira li çivîka jî dixin-


de min bibîne mîna kevirekî
divê ku ez gizir bim
arpeşk!..
min bigîhîne ê wek min
bila bîbe agir..



werger : Jan Ziryan

Abdulkadir Sonmez

Şam Şekir e Welat Şêrîntir e



Welatê min tiwî bûka cihanî
Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî

Şepal û şeng û şox û naz û gewrî
Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî

Serî taca Silaheddînê kurdî
Enî roje, di birca asimanî

Du birhên te kevanên Rustemê Zal
Du zilfên te ji tîrên qehremanî

Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik
Ji te hêstir şeraba Kamîranî

Du lêvên te kitêba Hacî Qadir
Zimanê te ji benda şêxê Xanî

Çena te guhê Cûd û Şax û Hebler
Qirik eywan û taqa kesrewanî

Di sînga te kitêba Zendevista
Memik ferfûre têde neqşê manî

Du destên te tixûbên Tirk û Îran
Hero cenge bi tîrên zerveşanî

Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleş
Ziyaretgehe bo me her zemanî

Bi nîşan û bi nan û xwîn rija
Me dest girt û qelen da û tu anî

Ser û pa zend û baz in tev bi hinne
Hemî sor in ji rengê erxewanî

Bi te em şa ne bûn ev bû du sed sal
Ji me dengê tivinga çûye banî

Bira û law û bav û ap û pismam
Li ser te hev di kuştin pehlewanî

Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer
Dihatin hev li meydanê beranî

Bi talan û bi kuştin, hem bi sotin
Me konê şer li ser sînga te danî

Emîr û begler û paşa û axa
Kirin wêran sera û birc û xanî

Li alîkî te deng û ceng û halan
Li alîkî sedayê xweşê sanî

Hemî bûne mirîd û şêx û sofî
Bihiştî ne çikin nav û nişanî

Li axur radizin lê şêx diçî jor
Berî nîvro ji banî tê giranî

Ser û pa tev dikî gulav û ember
Dibê nûre kero ma tu çi zanî? !

Bi van xapan dixwarin xiwarinên xweş
Wekî şêx û melayên vî zemanî

Du derdên me hebûn dijwar û xeddar
Xizanî yek, ewê di her nezanî

Weke şêr û pilingan em diçûn hev
Penîr rovî ji meydanê hilanî

Me ew rojên ciwanî tev bi derdan
Bi zîvarî, belengazî, şivanî

Herê bûkê pepûkê jar û mestê
Li ser sînga te zava man biyanî

Te reş daye serê xwe ber li ser me
Li te rokê dibî pîroz kitanî

Cegerxwîn e kurê te her dinal
Ji ber jana nezanî û xizanî...


Cegerxwîn



Bihar



Gava dinê dibe bihar,
dibişkivin devî û dar.

Zozan têne guharrtin zû,
mîna cilên bûkên di nû.

Nêrgiz, sosin, kulîlk û gul,
direvînin xeman ji dil.

Dinya dibe wek gola şîn,
çîçek didin sed rengî bîn.

Xasma siban berbangê zû,
tev radibin ew teyr û tû.

Vêk ra dikin şahî û saz,
hişyar dibin hulîlk û baz.

Bilbil dibe dengbêjê wan,
dikit qîrîn ji dil û can.

Pîroz dikin rojên di hev,
hîn xweştir e biharê şev.


Osman Sebrî




__________________________




Osman Sebrî


Osman Sebrî (Apo) (*1905 li gundê Narincê ya Kolik a Semsûr - 1993 li gundê Berkevir, li Başûrê Rojavaya Kurdistanê) yek ji helbestvanên mezin ên kurd e. Ew yek ji helbestvan nivîskarên Rêbaza Hawarê bû. Apê Osman ji serokên êla Mêrdêsî bû. Bil ji helbestin û nivîsînê, ew pardarî xebata rizgarîxwaza gelê xwe jî bû.

Berhem

• 1954 Alfabeya kurdî ya latînî
• 1956 Bahoz / Şam
• 1956 Derdên Min gotar û çîrok / Şam
• 1984 Çar Leheng/ Şam
• 1981 Gotinên xav napijin bê tav / helbest / Almanya / , helbestên vê dîwanê hêja Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê daye hev û pêşgotina xwe û pêşgotina Dr.Nûredîn Zaza çapkir
• 1982 Elîfbêya Tekûz / Şam
• 1992 Berseva Hoşeng / Şam

LI WELATÊ MIN



Li welatê min
Rojname lal ji diya xwe dibe
Li welatê min
Radyo kerr ji diya xwe dibe
Li welatê min
Televîzyon kor ji diye xwe dibe
Ewên bixwazin
Li welatê min
Ew bi saxî ji siya bibin
Wan lal dikin û dikujin
Wan kerr dikin û dikujin
Wan kor dikin û dikujin
Li welatê min


Şêrko BÊKES

______________________________________
Jiyan

Di 2 Gulana 1940 da li Silêmanî yê hatiyê dinê. Lawê Helbestvanê navdar Faîq Bêkes e.

Li Bexdayê zanîngeh qedandî ye û kitêba xwe ya yekem jî dîsa li vî bajarî di sala 1968 de çap kirî ye.

Di navbera salên 1965-1987 de pêşmerge bû û eynî demê de jî di radyoya bi navê ‘Dengê Şoreşê’ de xebitî.

Di serê sala 1970 da di nava tevgera "Ruwange" da cîh digri. Ev tevger ji bo helbesta Kurdî rêyek nû vediki û hebesta nûjen derdekivi holê. Bi vî tevgerê di her hêlêda bêhna jiyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî çend nivîskar û helbestvanên Kurd kovarek bi navê “Rwanya” derxistin.

Di sala 1991an de li başûrê Kurdistanê wek wekîl dikeve parlamentoyê û sal nîvekî wezîrî ya kulturî kir.

Bêkes îro jî li Silêmanî yê dijî û serokî ya navenda kulturî ya bi navê Sardam dike.



Berhem

Şêrko Bêkes helbestê xwe bi zaravayê Soranî dinivisînê. .

Heya niha 20 kitebên wî yên helbestan hatine çapkirinê. Kitêbên wî bi gellek zimanan -yunanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî, swêdî- hatine wergerandin.



Xelat

* 1987: Di hêla PEN Klûba Swed bi xelata Tucholsky hat xelatkirin.
* 2001: Li Silêmanîyê ji Navenda Kulturî Xak, xelata ‘Pîrêmerd’ girt.

RENG Û EVÎN



Min te bîr anî
Bi rengê sor,
Tû girtîgaha dilêmindabû
Bi zencîr û bi mor
Her dem bardigrim evînamin
Tera bînim bila
Bi dor, bi dor
Min te bîr anî
bi rengê sor.
Min te bîr anî
Bî rengê kesk,
Tû dilêminda coş vekir
Wek hemêza dayîkek,
Şîr vexwar zarokek
Tû zanibû...
Neşewitî bînamin kesêk
Min te bîr anî
bi rengê kesk.
Mîn te bîr anî
Bî rengê zer
dileminda birîn vebu
Û avêt der
Stûxwarim, dilşewatim
Û parsekim..
Lê mixabin
Dilxweşim, bawermendim
Herdem xwuda ber
Min te bîr anî
Bi rengê zer.
min te bîr anî
Bi rengê kesk
Min te bîr anî
Bi rengê sor.....


Ciran Tigran



Ciran Tigran KÎ YE?

Salla 1972 li Farqîn'ê ji dayîk bûye, perwerdaya xwe heta lîsê li farqîne domandiye,zaningahê xelas nekiriye û devjêberdaye, Ciran Tigran di zarokantiya xwe ser weja zimanê xwe merak kiriye û xwestiye hestê xwe bi zimanê dayîke binê ser helbesta û nivisandinê.

Li amêdê dijî, zewcandiye û bavê penc zarokanê.

DILOP



Şaneşîna havînê ji Hechecîkan re
zeman di şikeftan de ye rojna,
Destê zilmê li ser şeveqan bun
û stûyê Kurdistan li ber devê kêran bu dîsa

dema dilop dilop tu niqutî sarinca dilê min...
çav ji bo girî bejnên rihanî ji agir re
bûkên xemilandî yên şahên çiya
stran li ber şewatan bun
gava tu mîna çil kaniyên Dêrsimê
herikî nav çîroka min...

Fatma Savci


_____________ 


FATMA SAVCI

li gundê Girêmîra ya girêdayî navçeya Nisêbînê ji dayîk bûye. Bav û diya wê ji Midyadê ne. Lê kalikên wê ji Heskîfê, ji gundê Gulikan hatine gundê Hêştrekê yê girêdayî Midyadê. Niha li Stembolê dijî.

Hêvî


Hêleke min diqutife ji sermê
Çiya keleheke asê, rê asê,dem asê
Hêviya min kulîlka binê berfê
Ha bel bû ha bel bibê
Û berf tê

Tê..!

Bibare berfê
Li ber xwe bide kulîlkê,
Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..!

Wê vebe rengo rengo
Piştî taveke xwêjinkî keskesor
Sihareke rûbihar e hêviya min
Tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor
Ha hilat ha hiltê
Û berf tê

Tê..!

Bibare berfê
Li ber xwe bide kulîlkê
Berf li hêlekê, tu li hêlekê
Hêviya min jî bihar e

Arjen Arî

De Were



Zaroktiya min,
Li min vegere…

Heger tu li min vegere,
Ji bo te ezê tacekê çê bikim ji stêrkan,
Ji kulîlkên biharê kirasekî birêsînim,
Emê malokan bileyzin bûkên bi paçên rengîn
Û bila tu bibe dayik…

Were em pişta xwe bidin Bayê Kur
Û xêzê bileyzin li berojka malê,
Bila dora te be.
Şekirê noka yê di bêrîka bavê min de jî bila ji te re be
Lê bavê min….Axxx bavê min…
Bavê min ji min re bihêle

Dema ku tu hat hêviyên min jî bi xwe re bîne
Yên ku min li dû xwe hişt,
Yên ku li ba te man,
Yên ku stû xwar û sêwî…

De were!
Emê jiyanê di teşta delaltiyê de bişon,
Bi xeyalên şîn kef bikin,
Û guliyên wê bi tîrojên rojê bihûnin.
Bilezîne…Li benda te me…


Xezal Meral DÊRIKÎ

_____________________________




Xezal Meral VARIŞLI KÎ YE ?


Di sala 1975’an de li Dêrika Çiyayê Mazî (Mêrdîn) hatiye dinyayê. Dibistanên seretayî, navîn û amadeyî li Dêrikê xwendiye. Di sala 2002’yan de li Amedê Zanîngeha Dîcleyê beşa perwerdeyî ya mamostetiya Tirkî qedandiye.
Xezal Meral VARIŞLI niha li Amedê dijî.

BARÎNA HELBESTÊ

Di royên tengezariya germa havînê de.
Di wextên şev-kurt, roj dirêjtir de
Di ezmanên bi bêhna binefşan de,
Sînga te bû nîşangeha min,
Û min jî pênûs lê çikand.

Me tengezarî kire şahî,
Me şev kurttir, roj dirêjtir,
Û binefş zêdetir,
Xewn şîrîntir kirin.

Her ku tu bi dilê min ve hatî,
Her ku te destê min miz da,
Û da berpala sînga xwe,
Ez bûm helbest
Û li te bariyam.

Ferzan ŞÊR


________________________


FERZAN ŞÊR KÎ YE?

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan, di sala 1986’an de li gundê Hezyatê yê Bişêriyê çêbû.

Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê û dibistana navendî û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendin. Niha li zanîngeha Hacettepeyê beşa “Kewandina Fizîkî û Rehabilîtasyon”ê (Fizik Tedavi ve Rehabilitasyon) dixwîne.

Di kovara “Ajda”yê ya ku ji aliyê hin xwendekarên Enqereyê ve dihat weşandin de edîtorî kir. Di sala 2008’an de çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên “Tîroj” û “Evrensel Kültür”ê ve hatibû organîzekirin de xelata yekemîniyê wergirt. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna “W”, “Çirûsk” , “Ajda” û “Tîroj”ê de weşiyan. Niha li Batmanê dijî.


Pirtûka helbestan a Ferzan Şêr,Bi navê ''OTOPSIYA BERBEJNEKÊ'' ji hêla ''weşangeha Belkî'' ve hat weşandin, 2oo9.
Ev pirtûka helbestvan ya yekem e.



Ew Jin


ewên ku her heb derfetek bû
rê bûn ku ji evîn û mirinê re
bi dilekî sar vedibûn. destê wan şil
navtenga wan zirav. û ji rewşa xwe re
dikemilîn. di avên bêdeng de diçurisî
bejna wan. mîna çîrokên dûvedirêj di
şevên tenêtiyê de aş dibûn. min çavên
wan maç dikir. min dilê wan diguvaşt
min keser vedixwar ji lêvên wanî reş
û bi carekî difilitîn ji cilên xwe. di bin
zikê wan de dojehek avî. stûxwar û
zalim; ber bi spêdê ve dibeziyan
ew jin: ne rind, ne çê, ne dilovan. ji
peşka evînê bêpeşk. tenê, reben û
sawber. di jinîtiya xwe de dixeniqîn
wê carê bajêr difetisî. wê carê kolan
mişt dibûn. milên wan diariyan û
bêpeyv bûn, bêferheng bûn, kor bûn
di zenga şevên şor de ji zarê xwe ava
dibûn. di nav milên min de valahiyek
dijwar. mîna ku ji gorekî pengizîbin reş
karê wan şîn û mirin. û di korta rûyên
wan de qala xizaniyê. wusa olan dida
sînga wan. ew jin, ew jin, ew jin
ew jin: ew ku bi tenê jin bûn?

Selim TEMO



Selîm Temo Kîye?

nivîskar, helbestvan û wergêrê kurd e.

Selîm Temo, di 27ê Nîsana sala 1972an de li gundê Mêrîna ku bi Êlihê ve girêdaye hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe, yên navincî li Batmanê bire serî. Di sala 1992an de beşa Etnolojî (Fakulta Ziman, Dîrok û Cografîya) kar kir. Master û dozîna xwe li Zanîngeha Bîlkentê, beşa Zimanê Tirkî de temam kir. Di sala 1997an de xelata helbestê ya Yaşar Nabi Nayır, di sala 1998an de jî, xelata romanê ya Halkevleri wergirt. Selîm Temo di kovara Esmerê de nivîsaran nivîsand û di her hejmara kovarê de jî helbestvaneke kurd da nasandin. Piştî ku komeke nivîsarkar û helbestvanan ji Kovara Esmerê qetiyan û kovara Multi-kulti derxistin Selîm Temo jî di desteya weşanê a pêveka kurdî ya bi navê Çavreş a Multi-kultiyê cih girt.






Helbest

* Ah! Tamara/Ax! Tamara (Tirkî-Helbest, 1995)
* Kırgın Nehirler Meseli/Mesela Çemên Şikestî (Tirkî-Helbest, 1997)
* Uğultular/Gazgaz (Tirkî-Helbest, 2000)

Roman

* Çiftlere Cinayet Dersleri/Ji bo jinûmerêran waneyên kujariyê (Tirkî-Roman, 1998)

Werger

* Amidabad; Göç, Çocuk ve Irmak (Wergera "Amîdabad"a Fawaz Husên ji bo tirkî, 2004)
* Solgun Romans (Wergera çîrokên bijartî yên Firat Cewerî, ji bo tirkî 2005)
* Abdalın Bir Günü (Wergera "Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2005)
* Sen (Wergera "Tu" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)
* Yaşlı Rindin Ölümü (Wergera "Mirina Kalekî Rind" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)
* Yitik Bir Aşkın Gölgesinde (Wergera "Siya Evînê" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)
* Aşk Gibi Aydınlık Ölüm Gibi Karanlık (Wergera "Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)

Çîrokên Zarokan

* Bi navê “Serê Şevê Çîrokek” rêzepirtûk amade kir ku niha mehê hebek tête çapkirin, ji alî Şaredariya Sûra a Amedê. Heta îro şeş heb hatine çapkirin.

[biguherîne] Antolojî

* Kürt Şiiri Antolojisi/Antolojiya Helbesta Kurdî (Kurdî-Tirkî, Weşanên Pirtukxaneya Agora, 2 Cild, 1610 rûpel, Îlon 2007)

Festîval û Nifirr



Kujerê rûyê te ez im
Çi xweliyê li serê xwe bikim
Min bi zêde ji te hezkirinekê
Rûyê xwe kuşt.


Niha min bizanibûya
Bexçeyê xwedayê kêfê li ku ye
Ya min ê rûyê te bibira bêxçe
Ya jî min ê bexçe kişandibûya rûyê te
Dîn bim
Bavê min kêfê nebîne
Dêya min bê zarok bimîne
Tu
Axx… dikim nakim xem î tu
Kêra ku di hûr ê min de yî.



Ku hezkirina min xem neanibûya rûyê te
Min ê niha ji te hez kiribûya
Çi bikim?
Dikim nakim xem ji rûye te nayê xwar
Mêze
Kerwanên kenînê hatin borîn
Celebê keçikên çavliken
Ji te re awir anîn
Wan herdu etarên cêwî
Ji Dara Hênê kişmîşên şahiyan anîn
Bazirganên porr û kevirên şûşe
Almasa rûkeniya qîza padşahê Misrê anîn


Mêze
Şimikfiroşên Fille
Ji hemama Senema Serhedê
Coteke şimikên reqsa dîlberan anîn
Seyîsên hespên evîndaran
Ji şeydayê
Hespên prensên keçikan anîn
Fêlbaza ku dikeve ruh û cinnan diqewirîne
Kenê kozmîk anî
Û min di nava parsûyên hesinî de
Dilê ku tenê yê te be anî


Mêze
Dêya min xesûyeke ku ji bûka xwe re dimire ye
Bavê min xezûrekî ku ji bûka xwe re dîn dibe ye


Aaax… yara ku hezkirina min rûyê wê xwariye
Mêze dikim hîn jî kevirên sar ji rûyê te dibarin


Hîn jî meymûna reş a lêv dirêj kiriye rûyê te
Hîn jî rol e
Budela ye
Kuştiyê hezkirina min rûyê te
Nazê dilîze
Derewê dilîze
Şeva şevê rûyê te
Mêze
Heyva hêvînema dilîze


Dîn bim
Bavê min nemîne
Dêya min bişewite
Tu bimirî
Tu bimirî.




Ferîd Xan


(11.10.2004/Eksprêsa Venlo/Münster)
Ji pirtûka Klîpa Marên Birçî
Çavkanî: http://xwejen.blogspot.com/2007/08/ferd-xan.html

Were Dotmam



Ji Haco axa re...

Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.

Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil Zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne.

Herwekî dibêjin ciwanî bizaniya pîrî bikariya. Lê pesn ji Xwedê re ko hêj ewçend ne pîr im ko nikarim.

Wekê ez jî ciwan bûm, simbêl hêj nû avêti bûn ser lêvên min, dilê min bi hevîniya delalan hildavêt, hon ne yek, ne dudo, ne deh, ne bîst bûn. Kej û gewr, esmer û genimî, bejnbilind û navîn, kinên we jî hebûn.

Hon hemî ji min, ji me re bûn. Me kîjan bixwesta, ne ewê, ne mamên me, ne digotin no. Lê min, me hemîyan nizanî bûn. Çavên me bi we, bi bedewîya can û giyanê we ne diket.

Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat, hon dixwestin. Me ji xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we, lê yê me bû.

..........
..........



Celadet Ali Bedirhan

Koçberiya Xiyalan


li deryayên nenas masîgirek im
di keleka çîtikî de bi darebêran
bi hêrsa berhevkirina goştê bi dasîk
ji xwe diçim


mil diçin û tên
çav li deryayê zîqkirî ne
li şopa beriqîna avê digerin
ber bi êvaran asê dimînin
av, awêneya rojê ye li wir


koçberiya min e ev
hunê ji ku zanibin diyarî ye
ji rabirduyê maye


piştî êşên bêbext
li dû keda xwedavendî
tevî zar û zêçan
di rojeke şilî û tarî de
piştî li piştê û ketibûm rê


ji wê roje ve bihûşt li min nayên
êşa min kûrtir dikin
tenêtiyê ‘li wir û vir’an dijîm
li rêyeke bê çûyîn û hatin digerim


diçim xeyalên zozanan:
‘li ber keriyek pêz şivan im,
straneke dengbêjî diqîrim,
hemî lawir li min kom dibin,
çiya bejna xwe ditewînin,
bêyî baskan difirim’


ax û wax li min...
gelo çima mirov diveciniqin,
dûv re jî tên ser hişê xwe!


ma xewn û xiyal nikarin demdirêjtir bin
ez ku li benda cîke cîka çûkên beyaniyê me
çima bi vizîniya motoran radibim pê,
xwe li nav qerabalixa mirovan dixim,
bi rojan gêj digerim;
ya talî, dibim sermestê xiyalên xwe


Salih Turan / 12 Hezîran 2002





Salih Turan Kî Ye?

Salih Turan di 25 ê Sibata 1977 an de li bajarê Batmanê hatiye dinê. Perwerdehiya xwe ya seretayî Li Kercews, Mîdyad, Êstila taxa Mîdyadê û Batmanê berdewam kiriye.

Nivîskar lêdana ewil ji ber ku bi Tirkî nizanibû di pola 3 yan a dibistanê de ji mamosteyê xwe xwariye. Turan, kurê xeratekî ye û ji ber vê jî heta kutakirina dibistana navîn û Lîseyê jî li Batmanê li ba bavê xwe karê xeratiyê kiriye.

Piştî kutakirina Lîseyê di sala 1997 an de ji bo perwerdehiya zanîngehê berê xwe daye Stenbolê û li wir Li Zanîngeha Marmara Fakulteya Ragihandinê Beşa Rojnamegeriya Giştî kuta kiriye.

Nivîskar eleqeya xwe ya zimanê Kurdî li Stenbolê jî berdewam kiriye û niha ligel helbest û nivîsan karê wergerê dike.

Di Dilê Min De Ma


Di dilê min de ma dîsa
evîna min bo te mezinkirî
rondik li ser rûyê min ziwa
hilçû careke dîtir kelegirî

Min pîva, min hûnand
min êş li bêndera dil kirin
dil hêra, dil gêrand
dil bo te evîn pîr kirin

Çend caran min kir ku bêjim
li ser zimanê man gotin
min kir dilê xwe bo te darêjim
lê dil bi evîna te hate sotin

Di dilê min de man dîsa
çend gotinên min bo te veşartî
birînan li nava dilê min pêlda
ji êş û janan dil û hinav biraştî

Min rêsa, min weriband
min keser li teşiya dil kirin
dil bada, dil raçand
dil ji bo te rûbar tîr kirin

03.11.2004/ Amed


Omer Dilsoz







Omer Dilsoz Kî Ye?


Omer Dilsoz nivîskarê kurd e.

Dilsoz di sala 1978’ê de li gundê Gûzereşê ku bi ser Çelêya Culemêrgê ye, çavên xwe li dinyayê vekirin. Li gund dest bi xwendinê kir. Piştre li Culemêrgê, di salên lîseyê de ket dû nêçîra peyvan û rahişte pênûsê. Êdî hevala wî ya herî dilsoz pênûs û razên wê ne.

Piştî valakirin û xirakirina gundan ji bêgaviyê ew jî li Culemêrgê akincî bû. Ji vir şûn ve êdî kesp û kopên jiyanê yên dijwar hişt ku Dilsoz bikeve nav deryaya wêjeyê. Êdî êşek di nava wî de hebû, ku bêwext vê êşê jan vedida. Dibû nalîn, dibû keser û bi dû re jî diherikî ser rûyê kaxezan. Ev axîn li ser hev kom bûn û bûn lot û gidîşeke janan êdî, ev jan jî di sala 2003’yan de bûne “Hêviyên Birîndar” û wekî roman ji weşanxaneya aramê derket.

Herweha di kovarên wekî Gula Tamara, Nûbihar, Tîgrîs, Vesta, Kulîlka Ciwan, rojnameya Azadiya Welat û malpera Nirxandin, Heyv, Rojev û hin malperan de pexşan, helbest û cerebeyên wî tên belavkirin.


Berhem

•Hêviyên Birîndar -(roman, 2003) - Weşanên Aram
•"Bêhna Axê" 207 rûpel/Roman-2005/ Weşanên Berçem
•"Bila Gotineke MinûTe jî Hebe" 80 rûpel /Helbest-2007/ Weşanên Berçem

Helbest Fedîkir


Li kolanê vî bajarî,
Rû li ber grî,
Eniya çavê wî
Ji kulên kûr
Derdê bê dermen qermiçî
Zilamek,
Xuya bû,
Zeman bê fedî
Wî aveti bû dûr.
Wek şêrek kedî,
Qefes li dilê wî diçirî…

Aliyek çavê wî
Li erdê dinêrî,
Aliyê din,
Dîrok di anî ji Selheddîn.
Eniya giyana wî di veşart,
Xal û xetê kêrt û kêrt…

Min nihêrt,
Ev kûr bûn tê ji esalet,
Bi vî halî min bang lê kir;
“mamo, ev çi derde û ev çi sefalet? ”

Fam fedî kir,
Serê xwe da ber xwe,
Xwest pişt bide me.
Dema dûr bikeve zeman,
Bîhna xwelî serî alav kir.

Go:”lawo,
Te çima derdê min vekir? ”
Bila jiyan tunebe,
A ne serbixwe! ”

Fam fedî kir,
Bi fam re mam fedî kir.
Dem tûnebûn afirand,
Ewr û esman,
Kevirê kolanan,
Avên newalan
Dil kirin zaferan
Ax fedî kir.

“Tu dizani mamo,
Xelasbûn be ger,
Çûna te,
Fermo her
Ji xwe re biger…”

Sekinî
Û bi awayek vala,
Li min nêrî…
“Lawo, tu çi dixwazî,
Here bijî bi serfirazî”

Tari hat dilê me,
Û bû êvar,
Mamê kal kir hewar….

Ewr fedî kir,
Çavê wî tarî kir
Û mam devê dilê xwe vekir.

“Bese indî min kuşt ev derd”

Hati alî minê rastê,
Xwe bi ser min de xwar kir,
Û dest pêkir…

“Lawo, ez axayê heft gunda,
Mala mina mezin
Tucar xalî nin bu,
Ji heval û mêvana.”
gotin bivin korucî,
mal û dilé min şewitandin,
van kunda.

Gotina bav û kala,
Me xwest jiyan bi xîret.
Torînê mala zala,
Ne dîbû jibîr bikin ev şîret”

Ji dil hat bijangê,
Wek takî baran dilopek.
“nan di mal da nîne gepek,
Ne heval, ne dost ne kesek,
Nema parsûyek li ber sîngê…

Bûka min nayê mal,
Heta nîvê şevê,
Qîza min,
Qot û rût,
Ne xeme jêre ev kal…
Newêrim bigerînim vê lêvê”

Ne anîn serê me,
Fransî, Îngilîz û rûs,
Ma law qey ne eybe,
Ji dest çû,
Rûmet û namûs…”

Mala meya mezin ev payîtext,
Nîşan bû ji mera,
Ji roja teng re serwext.
Lê, dinêrim
Ji çar alî dibezin
Ji bo bînin xwarê,
Xîret ji ser text.
Van zaliman her roj me dikujin,
Me bi saxî dixin gorê ev bêbext…

Indî dereng bû şev,
Me soz da hev
Ji bo rojek din…

Me xatir xwest,
Min avêt destê wî dest,
Bi lêvên paqij maç kir,
Wî jî eniya min Sertaç kir.

Suleyman Ekmiş






Suleyman Ekmiş Kî Ye

Di sala 1971 ê de Li Amedê hat Dinyê. Di hinin Kovar û Rojnama de rêvebertî kir. Zanistî ya Civakî xwend şêwirdarê rêvebirî ye û aboriye ye. Heman demê bi bazirganî ye mijul dibe.

Helbestan bi Kurdî û Tirkî di nivîse. Pirtuka wî yekem bi Tirkî bi navê ‘Sözün Önü’ (Pêşiya Gotinê) –helbest- heye.

Bîna te ji axê dihat


Min bêriya te kir
îro dîsa hevalêm.

Li qeraxê çema geriyam
li ber pêlê avê,
min gulgotinên te
yên ji dara bêrîkirinê dîtin...

Ku min xwendin canêm,
li ber ahenga bayê dûrbûnê
efsaneyên evînan hemi giriyan...

Keziyên stranên xwe kur kirin
Bêriyên ku ji dêvla şîr de
evînê didoşin
ji dilên me hemiyan...

Paşi çûm evrazên çiyê
bîna te ji axê dihat.

Li pelkê berfîna
xweşikahiya te dikeniya hevalêm...


Fatma Savcı





FATMA SAVCI

li gundê Girêmîra ya girêdayî navçeya Nisêbînê ji dayîk bûye. Bav û diya wê ji Midyadê ne. Lê kalikên wê ji Heskîfê, ji gundê Gulikan hatine gundê Hêştrekê yê girêdayî Midyadê. Niha li Stembolê dijî.

BÊMECAL


rûne di mal de
xwe veşêre di mezelê dawiyê de
xwe biarqilîne û bixapîne
bi xwandina pirtûkekê
yan bi nivîsîna helbestekê
a ku
ji bilî te kesek naecibîne


danê sibê de
rûne li bin siyadarekê
xwe veşêre ji tirîjên tavê
bavêje ser hevûdû pêyên xwe
û biderxe cixarekê vêxe
bi dû cegerê xwe kîp ke
palde û çavên xwe bigre
têkeve nav xeyalên rengîn
ji bilî te
........................ka
............kî
wê bibine azadiya te

rabe bigere
li kolanên bi cemekanan xemilî
danê êvarê li pervê behra şîn
qîz û xort di çepilê hev de
tu ji xwe aciz û eware
çarûneçar bizivire ber deriyê malê
hilkişe pêpilingan de
wekî kesên ji şer derketî
westî û bêmecal
li hember telewîzyonê
xwe palde bi mirûzekî tirş
temaşeke nizam li kîjan şowê
di navbera reklamande
bêje
ax
ax
jinik
dîsa daristanên me têne şewitandin
û
gundên me kirine wîran


Berhîm PAŞA




Berhîm Paşa Kî Ye ?


Ez Berhîm Paşa; di sala 1958 de li gundê Tiznûtê ku girêdayê bi Gextaya (Kâhta) qeza Semsûrê (Adıyaman) hatime dunyayê.
Min hîn di panzdeh saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir,lê belê bi zimanê neyarên ne zimanê xwe ê zikmakî.
Min demek dirêj di partiya (RP) de serokatiya Gextê kir û di hilbijartina mebûsiya dewra 18 de ez bûm namzedê devera Semsûrê.Paşê min dît ku rêzdariya (politika) hemû partiyan li dijî Kurdan e,min destê xwe ji rêzdariya tirkan kêşand.Piştî ku min, mala xwe koçî Stenbulê kir, min kovara Nûbiharê nas kir û bi nasîna Nûbiharê min, dest bi helbest û nivîsên Kurdî kir.

Min; nivîs û helbestên xwe di kovara Nûbiharê de weşandin û paşê jî bi navê''Gaziya Min'' kitêbek helbestan min derxist (1997).

Her wisa nivîs,serpêhatî û helbestên min ji bilî Nûbiharê, di Jiyana Rewşen û Azadiya Welat de weşiyan.

Û di Antolojiya Kurdî (Kürt Şiiri Antolojisi-Selim Temo,Antolojiya Helbestvanên Kurd ê Sedsala Dawî- A.Balî û Antolojiya Çîrokên Nûbiharê - Ayhan Geverî) de cîh dane Çîrok û Helbestên min.

Ez bavê 5 zarokan im û ji Stenbulê dijîm..

Strana Ewî Ku Diçe*


diçim bajarekî nû
pê dizanim
ez ê li wir jî binivîsim
tûrikê min mişt bi tîpên xav

hogirno, diçim bajarekî nû
salebendî, kuçeyên bêpeyase
ku berejêr dibin deryayê
û darên bedew, evînên min

ez ê li benda reşbelekekê bimînim
ez ê pala xwe bidime xema xwe
ez ê bibêjim û bigirîm, hey bigirîm
‘’bi tenê tu yar î
bi tenê tu ne sozdar î lê lê’’

dil bilûr
ez ê vê stranê bistrêm
ez guveguv, tu daristan


10 Gelawêj 1998- Stenbol


Kawa Nemir



*Straneke ku heye ku bibe stran


Kawa Nemir Kî Ye ?


Kawa Nemir (*1975 li Îdirê) helbestvan û wergêrekî kurd e.

Kawa Nemir di sala 1975'an de, li Kurdistana Bakur, li bajarê Îdirê ji dayik bû. Helbestvan, wergêr û xwedî û edîtorê Weşanxaneya Bajar e. Nêzîkî heft salan edîtoriya kovarên mehane yên wêjeyî, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê kir.


Wî heya niha ji gelek helbestvan û çîroknûsên ingilîz, îrlandî û amerîkî helbest û çîrok wergerandine kurmancî. Li gor daxwiyaniyên Kawa Nemir bi xwe, wî ji sê hezar û pêncsedî zêdetir helbest wergerandine bo kurdî. Kawa Nemir heya niha bi tenê ji îngilîzî 54 pirtûk wergerandine.

Her wiha li gel van jî, wî şeş cild antolojiyên helbestan amade kiriye, ko her ji wergerên wî pêk tên. Antolojiya Helbesta Îrlandî, Antolojiya Helbesta Îngilîzî, Antolojiya Helbesta Amerîkan.
Niha hê jî, ligel weşangeriyê, karê wî yê esasî helbest û werger e.




Berhemên wî yên çapbûyî


• Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, werger, 2000, Weşanên Jiyana Rewşenê, Stenbol
• Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, helbest, werger, 2003, Weşanên Sî, Stenbol
• Selpakfiroş, helbest, 2003, Weşanên Rewşen-Nameyê, Stenbol
• Pêşengno! Lo Pêşengno! (101 helbest), Walt Whitman, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
• Welatê Bejî û Deh Koroyên 'The Rock'ê, T. S. Eliot, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
• Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
• Sisli Şehir, Jan Dost (wergera romana bi navê Mijabad ji kurmancî bo tirkî), roman, werger, 2005, Weşanên Beybûnê, Enqere
• Bîşenga Deşta Dûr, helbest, 2006, Weşanên Lîs, Amed
• Pûşpera Gêlazan/Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, helbest, werger, 2008 (Li gel Lal Laleş), Weşanên Lîs, Amed
• Salname, helbest, 2009, Weşanên Lîs, Amed

ŞILOPE


Hêsirên min serserkî difirriyan
di zinarên hemû erdnîgariyan de
Êdî tu yê nêrînên beybûnî
nedî hev ji çavên min
Ez ê weke qûleya saetê lê bikevim her şev û ezê pêl vedim
Wexta ku şevên zuha şil bikim bi xemgîniya xwe
wê li min û te temaşe bike
heyva ku li eniya ezmên weke pelika zêrrîn e



Kort bûye evîn
ez ê birijim cihen wê yên kort bûyî
Evîna me ya firtone lê rabûye,
dil deriziye...
Daweşîne dilê xwe
dawa hundirê min li ber vekirî ye
Ma tu bêriya nefesa min a lîtavî
dengê min ê sayî nakî
Li ser stêrkekê rûniştî û bi girî
li bendeya te me
destên te dixwazim
Were devê xwe têxî devê min, biqîrre
bera li hundirê min belav bibe dengê te
ax diêşim, êş im
qeşa girtiye hişê min
bê hiş im!


Min çavên xwe li te birrîbûn ji bo jiyaneke biderb;
çavên min hatin birrîn
Binihêre kêm bûne çavên min
bi erdê diherim(diherikim)
Weke keştiyekê, noqî hundirê hêsirên min bibî


Tu hewşa dora min
niha dilşikestî me
li ber siya te ya tînşikestî
De neyê
jixwe li min dike xemgînî


Janez SAR

Axîna Te Nalîna Min


Axîna te nalîna min
Erdû asîman pir şîn e
Gulê ez canê te karvan
Mame wek kalek hilhile


Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim


Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min


Gelo çima hun serdest in
Em bindest in li vê dinê


Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim


Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min


Feqiyê Teyran





Feqiyê Teyran Kî Ye?


Feqiyê Teyran (1590-1660) yek ji helbestvanên kurd yên mezin û klasîk e.

Feqiyê Teyran li Miksa ko girêdayîyê Colemêrg (Hekarî) ye ji dayîk bûye. Lê Mûks an jî Miks (tr: Bahçesaray), nuha girêdayîyê Wan ê ye.

Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" danîye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrîye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmanîyan fermana mîrî yê girtine.


Berhem

• Ey Avê Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxana "El Hewadîs" li Bexdayê hatiye çapkirin.
• Şêxê Sen'an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965an de, li Moskow çap kiriye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye.
• Bersîsê 'A'bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye.
• Hespê Reş
• Sîseban
• Xan Dimdim

Evîn



Niha tu radibe û diçe. Biçe.
Ma çavên te disekinin ew jî diçin. Bila biçin.
Lê tu dizani ez bêyî çavên te nikarim
Lê xwedê jî dizane em îro baş hişyar bibûn
Ji hezkirinê re bû vekirina çavên me cara ewilîn bi tenê jê re bû.
Çivîkek xwe danî bû ser tiliyêmin kiri bû çivînî dirêj dirêj
Pevşabûnek hatibû carek din neçûbû
Tunebû xizantiyameyî do û pêr
Tu dibê qey qet çê nebibû


Lê dilêmin wa li vederka di perpitî
Wa li vira di çavên te de şînitiyak bêxwedî, bi pêyvên xweş Stenbol
Wa li vira ji goştên te zêde dibû bi destdanê pêyvên te gerdûnên te
Hezkirin werê rastkirek werê bi anîna cih bû
Ku gava baran di bariya li ser pira Karakoy
Ku berdana wê ezman xwe bikira du perçan
Ji lew re em jî du kes bûn


Lê piyanek av bes bu ji bo şil kirina porên te
Kûzîkek nan hebek dudo zeytûn bû têr bûna me
Min carek te maçî kira dilê duda dima
Bêjim du caran maçkim stuyê sisiya xwar
Cihê ku ruyê tê xellas dibû despê dikir canê te
Di pey de guhanên te hebû guhanên te leheng bû
Pişt re xweşî başî.



(werger : Jan Ziryan)


Cemal Süreya

Lêborînxwestinên Derengmayî

I

min tu
di xêzka fila
ya lîstikên li ser bênderan
ji bîr kir

bo pîrêbokên pisîkî
yên çavdîndoq nêrînên te ji min nedizin
min guhê xwe digirt
ji çîrçîrokên pîrîka xwe re
li şevên ku em
hê bêşdarî şevbihêrkan nebûbûn
hê wê demê
ji ber bê
darikê brûskê
bi min vedikir diya min

hê wê demê
awirên min
ji dêvla çavên te
hînî vexwarina şerabê
û reva ji malê nebûbû

bibexşîn
û min neêşîn
bihêle ku bi mîstek hesreta te
dest bi xwekuştineke fedîkar bikim


Îrfan Amîda



(Ji Pirtûka Şopa Neşûştî)


Îrfan AMÎDA Kî Ye?


Îrfan Amîda helbestvan û nivîskarekî kurd e.

Di sala 1968an de, li Mêrdînê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Qesrêya gundê Mêrdînê, Qoser, Dirbêsiyê û li Zanîngeha Dîcle ya Amedê, Para Perwerdehiyê kuta kiriye. Helbestên wî di Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Mehname û Kulîna Kulîlkan her wiha çîrok û nivîsên wî di Kovara W de hatine weşandin.


Berhem

* Dimenên Derizî - (Weşanên Sî 2002, Reşemî 2002, ISBN 975-6560-14-2)
* Nameyên Nabersivin- (Weşanên Aram 2003, ISBN 975-8242-82-2)
* Şopa Neşuştî- (Weşanên Lîs 2005)
* Zaremya- (Weşanên Lîs, Amed, 2009, ISBN 9786055683016)

Were Bînahiya Çavan



Were, bînahiya çavan, Bibînim bejn û balayê,
Zerîfê nazikî şengê, Sifet horiyê, perî rengê,

Bi rojêra tu hevdengî, Du reştozên siyah rengî,
Kişandin, lê ne wek caran, Xedengê qewsê nûbaran,

Ji rengê şîr û mukaran, Wesand sîne wek baran,
Ji wê zerbê pir êşanim, Sibah li xêr ya xanim,

Were bînahiya çavan, Bibînim bejn û balayê,
Veke carek xet û xalan, Li ser van mestned û palan,

Bixûne, lê me ebdelan, Bibînin eyd û sersalan,
Îcazet de me destûrî, Perî rengê, sifet horî,

Ji nîva zulmet û nûrî, Binûşin mey di ferfûrî,
Ji dil talanê xalanim, Sibah li xêr ya xanim,

Were bînahiya çavan, Bibînim bejn û balayê.



Melayê Cizîrî


Melayê Cizîrî Kî Ye?


Melayê Cizîrî (1570-1640) wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.


Mela şahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petersbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li Şamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petersbûrgê çapeke lîtografîk e."

Melayê Jaba di heqê Melayê Cizîrî de dibêje:

"Şahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî şêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev şêx Ehmed li xweha mîr aşiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paşê, Mîr Imadedîn ew şêx Ehmed ceribandiye ko aşiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. Şêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev şêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û şeşê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye."

Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizîrî ziyaretgeh e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.

Jana min




Bejna min qeytan e
hundirê min qîr û qetran e

ji gotinen pêşiyan



I

Du heb marên reş
Nobedar in li bin siya mijangên min
Ji bo min hînî sebrê bikin
Mexel dikevin li kanîkên çavên min
Wextê girî kom dibin
Dibejîn ferman e
Bi çavên min ve didîn
Jara reş dilop dilop tê xwarê
Xelk nizane bi jana min
Dibejîn
Çavkîle lêê,
Çavreşê lêê


II

Min stranên ji tiliyên te diweşiyan
Berhev dikir
Bi berbiska xwe ve dikir
Niha her têleki porê min
Zarokên ku ji xwêdana tiliyên te mane
Ji ber xwe dikin
Heta devdelingên xwe di xwîne sor de mane
Xelk nizane bi jana min
Dıbejîn,
Porsorê lêê
Porhinneyê lêê


Gûlizer




Gûlizer Kî Ye?


Gulîzer helbestvaneke kurde, ji Amed e ye. Pirtuka wê ya nû di nav weşanên avesta de hat weşandin.

Li Amedê hatiye dine. Zanîngeha Dîcle yê beşa mamostetiya îngîlîzî xwendiye. Piştî xelaskirina zanîngehê dest bi mamostetiya zimanê îngilîzî kiriye. 

Kulîlkên Ezêb

Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
Evîna te kûr e, hêviya dinê

Birûskên çavên te; wek gewherên ecêb
Çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb

Maça şêrîn; ko lêva te bi min da
Ez birîndar kirim û bi min ve da

Çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr

Bo tihniya dilî; lêva te kanî
Ji xewna çavê re; te sorgul anî

Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
Havîna min bê sih, rêlên min bê dar

Mehfûra mirinê min bi ken raçand
Jînê ez xapandim, min kes ne xapand


Kamiran Alî Bedirxan




Kamiran Alî Bedirxan Kî Ye?

Kamiran Alî Bedir-Xan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêyrûtê bi cih bû û li wir avûkatî kir.

Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Bêyrûtê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.

Kamiran Bedir-Xan di sala 1947an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.

Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.



Kamiran Bedir-Xanê ko hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.

Kamiran Alî Bedir-Xan di salên 1940 de, dersên xwendina Kurdî dida Kurdên Lubnanê li zanîngeha (Layîk) ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên Kurdî yên radyowa Rohelatê li Beyrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê Adarê sala 1941ê. Weşîna radyoyê her hefte 2 caran bû, roja Çarşembê û roja Înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxane ya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat.

Kamiran Alî Bedir-Xan serek da Kurdistana Başûr sala 1970, û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbdixwe xiste dilê giştiya guhdêran.

Kamiran Alî Bedir-Xan sala 1971 serek da Kurdên Beyrûta Lubnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurde) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke Kurdî ramyarî bi awayekî fermî pijirand, û destûra xebata ramiyarî da Kurdên Lubnanê.




Berhem

* Langue kurde, Paris, 1953
* Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971
* Türkce Izahli Kürtce Gramer, 1977/1986
* Zimanê Kurd / Kürt Dili, Istanbul (bi Şivan, S.)
* Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)
* Kolay Kürtçe - Pîrtûka ders, Weşanên Doz
* Xwendina Kurdî Pirtûkxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938
* Dersên Şerîetê Pirtûkxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938

Te Qeqlîbazek Bi Girî Vekir!


waye te qaqlîbazek bi girî vekir
teqez wê zarokek xwe bikuje êdî
bi qurpequrp çêrî îmana min dike şev
pelek dişikê û dikeve avê
av birîn dibe, av xwîn dibe sûlav!


ax ez çawa ricifîm bê gwîn
tu dibêje qey pîyanîstek tewiya
nola rastekên veqetyayî, yê hevbir
bi rûyê te li hev qelibî. Rûyê te
ew qas lihevhati ye destnivîseke kewê gozel e û şayîk e!
rûyê te wexta dibiriqe rûyê min
rûyê te neynik e li eniya min e
rûyê te çarenûseke keser dirêj e!


tu dereweke temenekî neqediya yî yî
tu; şîroveya reşexewnên min î
tu kurtêla zaroktiya min î!
ez ê xwe bikujim bi lêvên te
lêvên te bi goşt, bi şehwetê seferber
tu! Kitêba pîroz ya herî dawî ya ji min re daketiye yî
ewliyayê hejar ê dawî yî
pêxemberê aciz ê dawî yî!

waye te qaqlîbazek bi girî vekir
teqez wê zarokek xwe bikuje êdî


Kuçuk Îskender



werger : Lal Laleş
Ji Pirtûka, BARÛDÎ (helbestên bijarte) Kuçuk Îskender
weşan, Pirtûkxaneya Piyayê, 2oo3
YAR

Bi min jehra ji destê yar şerab e

cîhan bê wê li ba min wek serab e

bi şahî carekê rûnim teba wê

şeva tarî bi min ronak û tab e

kenê wê wek siba ko roj hilê zû

weke gewher li ser tacê xuya be

du çavên wê du helbestên cizîrî

kesê xwendî tucar jê têrî nabe

du lêvên wê du peyxamên evîn in

sivik maçek ji wana re cewabe

dilê wê hişk û pola wek kelaye

tu canê xwe nekî mifte venabe

newêrim ez ji vê yarê cuda bim

ditirsim can ji laşê min cuda be

evîna me ne bes deryayê wan e

Firat û Dicle û Aras û Zab e

çi hêjane şehinşahên cîhanê

ku yara min ne ew şaha dila be


Jan Dost



Jan Dost Kî Ye?

Jan Dost (جان دۆست) rojnamevan, helbestvan, wergêr, nivîskarê kurd e.

Jan Dost di 12'ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir.


Jan Dost di dehsalîya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand.
Her weha li Tirkiyê jî li ser sehneyê hate lîstin. ji bilî wê çîrokê, jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Almanyayê bû kurtefilmek, û rûyekî şêrîn û hinin din.

Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di qûncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an vir ve nivîsaran dinivîsîne
Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî û ji Adara 2009 an de hemwelatiyê Almanyayê ye.



Berhemên Wî

• Kela Dimdim, Destan . weşanên Rewşen û Melsa 1991 Bonn-Istembol
• Mijabad Weşanxaneya Belkî, Amed, Reşemî 2003. wergerandina bi tirkî Sisli Şehir. kawa Nemir.
Beybun Ankara 2004
• Sazek ji çavên Kurdistan re أغنية لعيني كردستان, Helbest bi kurdî û erebî. 1994. Sûrya
• şiir we şueraa شعر و شعراء - مختارات من الشعر الكردي القديم و المعاصر pirtûkek biblografî li ser helbestvanên kurd yên kevn û nû. 1991 sûrya
• 3 gav û 3 darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de. roman. 2007. weşanxana \vesta. istembol.
• Mîrname. Roman. 2008. Istembol. weşanxana Avesta



Werger

• Mem û Zîn bi erebîمم و زين çapa 1 Şam 1995. ilegal, çapa 2 Beyrût 1998, çapa 3 Dihok 2006, çapa 4. Şam. sibat(reşemeh= reşemî). 2008
• Mehabad ber bi olimpiyada xwedê de - Istembol 1996 helbesta Selîm Berekat wergerandin bi kurdî. weşanxana Avesta
• Bedayiulluxe بدائع اللغة ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî, 1997.Sûrye. çapa ilegal
• Elhedîqe el Nasiriyye الحديقة الناصرية في تاريخ و جغرافيا كردستان wergerandin ji farsî, bi erebî weşanxaneya Aras Hewlêr 2002.
• Sirûda baranê, helbestên Bedir elseyyab wergerandin ji erebî. istembol Avesta1995
• El Durr El Semîn fî şerhî Mem we Zîn الدر الثمين في شرح مم و زين werger û şiroveya Mem û ZînaEhmedê Xanî bi zimanê erebî. Dihok weşanxaneya Spîrêz 2006.
• Mem û Zîn bi kurdiya îro. Avesta. istembol. 2008




Film

• Mistek ax. ev çîroka jan Dost ji hêla derhênerê kurd Şiyar Ebdî bû kurte filmek


Şano

• Çîroka xewna şewitî ku xelata yekemîn di pêşbirka çîroka kurdî li sûriyê sala 1993 an wergirt, li Tirkiyê û kurdistana bakur bû şano û li ser sahneyê hate lîstin
.

Tu


Tu jana serdilê min î, ez serdilê jana te.
Tu hêviya belengaziya min î,
ez belengaziya hêviya te.
Tu nebûna dilşahiya min î,
ez hebûna kedera te.
Tu belayê şerê min î,
ez şervanê belayê te
û hêsrên bêxwediyan.

Tu dîroka min î, ez tariya te,
ya sedî salan
bi carek dîtina te
dibim stêrk
dikevim ronahiyan.

Tu li derya, kûrbûna hesretekê,
li deştan
hezar û yek rengên
ferîşteyên xwezayê,
li çiyan dûkela çar demsal,
heft bager
û donzde navên bi peyman.

Tu di tengasiyê de Xizir,
di dilşahiyê de Îştar,
di evînê de Xezal,
di şerê rûmet
û heysiyeta mirovayetiyê de
ya Şahê Merdan.

Tu di hestên bê berjewendî
û bê hesap de evîndar,
di şefqet û merhametên dostanî
û yaraniya gelan de
îdoelojiya min a dilsoz,
Tu hêrs û dijminatiya
li dij dagirker û zordaran
biryara serkeftinê
hawara serkeftiyan…

Tu roja min a bê lewtandî,
şeva min a bê sîber,
emrê min ê bê radest
û bê lawa,
bi hêza hebûneke bê sitar
tu heta dawî vejiyan…

Tu felsefeya bê xîlav,
zanyariya bê guman,
hûnera destê kedkar,
wêneyê bi heft rengî,
strana çil meqaman,
dûrîka heftê û du qewim,
bereketa herdu çem
awaza sê ziman,
û heft zarav,
tu Baxçê Eden
neh şêveyên bihûştan…

Tu tariya radestiyê dikî roj,
dojeha xwe biyaniyê dikî jan
min bi min didî naskirin.
Tu raza hebûna kesayetiyan.

Tu nebûna min î, ez hebûna te.
Tu êşa min î, ez dilşadiya te.
Tu mirina min î,
mirina min
her ji bo te jiyan…

Tu nebûna xwe bidî min,
ez xwe ava dikim.
Tu hebûna xwe bidî min,
ez êdî dimrim
ji te û
zarokên te yên çavşîn re
dihêlim cîhan.
Tu hebûn û nebûna xwe bidî min,
ez dibim Kurşad,
tu jî Şahmaran…

Tu êşa xwe bidî min,
ez derman çêdikim.
Tu şahiya xwe bidî min
ez jiyan çêdikim,
Tu hêviyên xwe bidî min,
ez dilê xwe dikim meydan
meydana şerê evînê,
Tu evîna xwe bidî min,
ez dibim welatekî
bê mal û mewdan
Tu bexta xwe bidî min,
ez xwîşk û birayetiyê çêdikim,
texta wekhev û dilşadan
dijminek jî namîne
evîna min û te
dibe dîroka însan…

Tu xebata min î, ez berhema te.
Tu xeyala min î, ez rastiya te.
Tu karê min î, ez karkerê te.
Tu helbesta min î, ez hozanê te.
Tu zanîna min î, ez nezanê te.
Tu seraya min î, ez eywanê te.
Tu berbanga min î, ez mexrebê te.
Tu şerê evîna min î,
ez jî evîna te ya bê şervan…

Tu destpêka dilşadiya min î, ez dawiya janên te.
Tu dengê dilê min î, ez bêdengiya dilê te.
Tu xweşiya jiyana min î,ez jiyana xweşiya te.
Tu pirtûka evîna min î, ez te dixwînim;
Tu deftera xema min î, ez te dinivîsînim.
Tu cezayê azadiya min î, ez te dikişînim;
tu deynê jiyana min î, ez her roj kêm dibim
pir dibe evîna te û axirê zeman…

Tu armanca min î, delala min,
porsora min, çavşîna min,
du çem û çar hêla min,
rojbûna min, peymana min,
Tu Dêrsim, Silêmanî, Mahabad û Koban
Tu Kirmanc, Kurmanc, Hewraman û Soran
Tu Kakeyî, Zerdeşt, Kûmsor û Bisulman
Tu Agrî, Xwedaperst, Kurdax û Lolan
Tu seranser welatê çeleng û lehengan…

Tu evînek û hezar birîn
Tu her guleke ax
her dilopeke av
her pêleke agir
û her nefeseke asîman…
Tu yara delal,
Tu awî zelal
Tu hawrê, hogir û heval
ta bêdawî Kurdistan…


Zeynel Abidîn Han




Zeynel Abidîn Ki Ye?

Zeynel Abidîn Han nivîskar, helbestvan û weşanvanê Kurd e. Li gel weşangeriyê di salên 1985-89 an de li Enqerê di zanîngeha Ziman-Dîrok û Cogrrafiyayê de felsefe xwendiye û dû re bi demekê ve mamostetiya felsefê kiriye. Piştre ji ber sedemên siyasî mecbûr maye û derkeftiye Awrupa. Vê gavê li Berlînê di sirgûniyê de dijî.[[1]]

Han li gundê Gimgim a Mûşê Qilçixê (bi Tirkî navê wê kirine Aydınpınar) ji dayîk bûye. Ji ber ramanên xwe yî kurdewarî gelek caran ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye zîndanîkirin. Bi zaraveyên Kurdî Kurmancî û Dimilî (Kirmanckî) û zimanê Tirkî helbest û nivîsarên xwe dinivîsîne.

Zeynel Abidîn Han demekê li Berlîn edîtoriya Weşanên Evra kir. Weşanên Evra di navbera salên 2003-2007 de kar kir û gelek berhemên Kurdî weşandin. Weşanên Evra jiber sedemên aboriyê karên xwe da rawestandin. Di sala 2007 de kurê Zeynel Abidînî, Gazîn Onur Han dest bi karê weşangeriyê kir û Weşanên Han damezrand. Weshanên Han jî gelek berhemên Kurdî, telîfî û wergerî afirandin. Baskên Şikestî, Pêyamber (Xelîl Cibran), Gulistan (Şîrazî), Navên Kurdî (Hûsên Kartal), Xezala Warê Germiyan, Eniya me ji agir çi caran nexeyîdî (Zeynel Abidîn), Dîroka Împeratoriya Med (Ayhanê Bêrtî) ji van hinekan in. Zeynel Abidîn vê gavê li gel kurê xwe kar dike û edîtoriya Weshanên Han dike.




Berhemên wî


• Stran Digotin - Helbest, Weşana Xwe, 1995, Enqere
• Agir Digrî - Helbest, Weşanên Hoybûn, 1998, Berlîn
• Binefşên Tariyê - Roman, Weşanên Doz, 1999 Stenbol
• Çemê Keseran - Helbest-CD/Kaset, ARES, 2000, Stenbol
• Dûr û bê Qesem - Helbest, Weşanên Havîbûn, 2002, Berlîn
• Girava Sitêrkên Vemirî - Roman, EVRA VERLAG, 2004, Berlîn
• Dilê min Nehêşe Çi dibe - Helbest, Weşanên Evra, 2005, Berlîn#
• Bigrî Heval - Roman, EVRA VERLAG, 2007, Berlîn
• Xezala Warê Germiyan - Helbest, Weşanên Han, 2008, Berlîn
• Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî - Helbest, Weşanên Han, 2009, Berlîn

Evîna Çavê Qahpikeke Qîzîn


gava min go ev helbest
ji te re hatiye nivîsîn, giriya
evîn di çavê
qahpikekê de xwîn bu
ma gello tu rondik
ew qasî xweşik, mîna rûbaran hebû

min rêz girt ji rondikên wê re


û gava
her ku min lê nehirî
bi dilê xwe şîr damin
û bi çavê xwe, kedî kirim ez


gava min go
hez dikim ji te, keniya
ji meranî kettim
bi wan diranên kenî


de, porê xwe
berde ser stûyê min
mîna daristaneke avî
bila xwekujî
xwe bi xeniqîne di gerdena te de


gava min go, li çavên xwe
baş binehêre, mir
tu meyt ew qasî xweşik nemir

evîn, di meytê
qahpikek qîzîn de, ma.


(Kovara 'Çirûsk' Hejmar 6)

Jan Ziryan



Jan Ziryan Kî Ye ?

Helbestvanekî Kurde, sala 1981'ê li İzmirê hatiye dinyê. Bi eslê xwe ji Qoser'ê ye. Sala 2006'a fakulteya Perwerdahiyê beşa Hunerên Bedew a Zanîngeha Dicle qedand. Li Amed, Agirî, û Ruhayê beşdarî pêşangehên wêne bû û xebatên xwe li ser wêne dom dike.Niha mamostetiyê berdewam dike. Helbestan bi zimanê kurdî û tirkî dinivîsîne.

Helbestên wî di kovarên wêjeyî (tirkî-kurdî) tên weşandin, niha di kovara Çirûsk de di nivîse.
 

ŞEVEREŞÊN SÊWÎ



ez
hinavên helbesta kal û pîr
bi şehweta hestên peritî
dadigirim û dinivîsim
li tenetiya şevereşên sêwî
şefaqên ciwaniya min
desteserî bûn
ava kaniya temenê wêran
ber bi rawestgeha
goristana lal ve
diherike
wizîna bayê mirina bêveger
di guhên giyanê min de
dîsa çingeçinge
asîman
li dor keser û nalîna min
dizivire
bêhna bîranînên şad
di xwîna çarenûsa genî de
dixeniqe
bi gavên şemitok û westiyayî
ber bi pêşeroja nediyar ve
dimeşim
li henasa roniya beyanan
bi dengê qebqeba kewan re
lêvên dilê zîzbûyî
dikenînim
ji kovaniya demsalên xwe
bafiroka bêrîkirinên zaroktiyê
difirînim
li xewna şevên spî
rengê tariya rojên bihurî
bi keskesora hêviyan
dixemilînim
li hawara demên reben
sînorên rûreşiyê
ji gerdûna êşa dilê xwe
dişeqînim
li perestgeha çol û beyaran
rêya diçe fazîletê
diramim
di arşîva heyaman de
rûyê rûpelên qurmiçî
ji toza înkara dîrokê
dadiweşînim
û mirovahiyê vedixwenim
nav xezîna nefsbiçûkiya dilê xwe
ez
bi çira awirên tefandî
bi ramanên dil û kezebê
bi dest û piyên kerr û lal
û
bi lerza tiliyên bedenê kor
kulîlka xeyalên çilmisî
ji nû ve
dibişkivînim


Xizan Şîlan




Xîzan Şîlan kî ye?



Di 1955 an de li gundê Incova bi ser Cihanbeyliyê ve hatiye dinyê. Qeza Cihanbeyli li Anatolia navîn e. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li Konyayê dixwîne. Di wan sala de dest bi nivîsîna helbestan dike, di berde jî bi xebatên muzîkê dadikeve.

Di 1978 an de derdikeve derveyî welêt. Li Almanyayê 6 salan dimîne. Nivîsîna helbestan li wir jî domand. Di şev û şahiyên kurdan de stiran digot. Zimanê malê kurdî bû, lê cara pêşî kurdî nivîsîn li derveyî welêt dest pê dike. Paşê vedigere welêt.

Di sala 1987 an de tê Swêdê û li Stockholmê bi cî dibe. Sê pirtûkên wî yê helbestan hatine belavkirin: Xem û Xeyal, Acilarin sokagi, Nameyek ji rinda min re...

Bo Celebên Serbixêlî

    her roj kuştina xwe hildigirim hespekî giyankuj dengekî xeniqî girîkî netevizî me
        her sibeh xwîna laşê xwe dimalim ji ber deriyê we yî bê hêvî
    tebat li min nemaye bûme qeşmerê zarokan hestiyên nimandî didim serhev
      ji şikeftên muze yên bê ziman
    ji axa qelişî yî fedÎkar û ji goristanên deyindar




    keçê rojê ...! bi xwedê dûrî pelên papîrusa me ma derewan bikim..!


    yana min ê navê te li ser wan nenivîsanda.?
      nêzîkî vî dilê xwe yî çarçeperim ku te lê bihewînim
    nêzîkî vî eyarê xwe yî çartilî me ku te lê bicebirînim
      da ku ez û tu bibûna asîmilasyona hev û minê kezeba te ya sor
    di lûlêyên bêvila te de biguvaştana ji celebên serbixêlî re
      pîrozbahiyek wê li ser welidandina te yî wê rojê bibariya
      wê rojê rojê...!
    bila kesek bes bigiriya ji dêvila herkesî ezê bigiriyama.


      Bamed SERDAR