10 Kasım 2009 Salı

BAJARÊ ROJÊ



Li pey bêjeyeke biziman,
Li pey hevokek neçariyên te digerrim
Li kolanên çilmisî...
Bajarê ciwan û biçûk,
Bajarê ku bi çirayên rengîn bejna te aciz kirin
Paytexta xwedêyên bêyom, wargeha roja berbangê

Bi azadiyeke xapînok û hestên li dû rastiya te
Gav dikim vî dilî, di navbera çille û hemberiyê de
Semsûr! bêziman, birçî û tazî, dil ketiye dîrok
Bê memik têr dibin xewnên bêxew

Dil sar, çav gerrok, hestên liyan li pey
Helbesta dîroka te ya windayî.
Bajarê min ê ku li ber çemê Ferêt dikale ji tînan.
Tu kulîlka ku di nav bexçeyên
Bihuşta dilên hezkirinê de yî, bajarê min ê bêsiûd


Welat Dilken



Ji Pirtûka ''Ken Deyndarê Me, Em Deyndarê Girî Ne'
Weşanxane: ''Belkî'', çapa yekem Gelawêj 2006, Stenbol'




Welat Dilken Kî Ye?

Di bihara 1975'an de, li gundê Dolê yê girêdayî bajarê Semsrûr'ê (Adiyaman) hate dinyê. Helbestên wî bi navê Welat Kaljîn'î, di Azadiya Welat, Kovara W û Mehname'ye de hatine weşandin. ''Ken Deyndarê Me, Em Deyndarê Girî Ne'', pirtûka helbestkêr a yekem e. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder