10 Kasım 2009 Salı

    Begê Axirzeman


    Dostê min!
    Dijminê postê min...
    Begê axirzeman...
    Ew zembîla tu pê hatî,
    Nema datê ji ezman.


    Benê wê riziya,
    Li nava rê qetiya,
    Û ket...
    Ket nava deriyaya sor,
    Deryaya sor jê re bû gor,
    Deryaya sor
    Ji têr xawên û çend xwedayên biçûk ra
    Bû kefen...
    Mûsa û mirîdên wî hemî
    Bê pir û bê gemî
    Ji wê deryayê derbas bûn,
    Ji cewr û cefayê
    Li wir xelas bûn.
    Nemrûdê biçûk
    Me bi agir ditirsîne,
    Pif... Meşka vala
    Ey kevnare ê sala...
    Baweriya dilê me,
    Taqeta milê me
    Ji îmana İbrahîm bêtir e,
    Ne kêmtir e...
    Vêya bizan,
    Ey pêxemberê dizan,


    Dostê min,
    Dijminê postê min,
    Begê axirzeman
    Ew zembîla tu pê hatî,
    Nema datê ji ezman.


    Mezinatî
    Ne bi pere û mal e,
    Ne jî bi germa kal e
    Mezinatî
    Bi cewherê însan e,
    Bi ilm û bi îrfan e
    Belê em xizanê mal in
    Lê zengînê kemal in
    Zengînê îdeal in
    Koşka te a hîm -vala,
    Ya bi neynûkê pala
    Ên bi xayîn
    Ên bi birîn...
    Te ava kir û di binda rûnişt
    Û gellek reben ji birçîna kuşt,
    Ew ê li ser serê te hilweşe,
    Ger çi dilê me bi te naêşe,
    Lê em dixezin,
    Bi dil dibezin,
    Zaro ên te ên bê guneh
    Ku bi hejmar hene neh-deh...
    Ji wê talokê xelas bikin,
    Di riya rast re derbas bikin,
    Riya rast, riya me,
    Ew e pêxemberiya me...
    Zincîr şikandin,
    Armanc gîhandin,
    Babîluskan bîstan,
    Dîroka rastan
    Dibêje:
    Bibêje:
    Guh nede efsaneyên dêwan,
    Bi şûnde nemîne ji kerwan
    Kerwanê medenîyet,
    Guruhê beşeriyet...


    Xulase,
    Pêşî û paşiya fîlosofê,
    Fîlosofiya me ev e;
    Dîn, mezhep, îman
    Bibe însan, bibe însan..


    Dostê min!
    Dijminê postê min
    Begê axir zeman,
    Ew zembîla tu pê hatî,
    Nema datê ji ezman...


    Qedrîcan


Qedrîcan Kî Ye?

Qedrîcan an jî Qedrî Can (1911-1972) helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew bi navê Abdulqadir Can li Dêrika Çiyayê Mazî (Mêrdîn) di sala 1911'ê da hate cîhanê.

Piştî dibistana destpêkê, dibistana navîn û bilind çû Zanîstana Mamosteyan ya Konyayê.

Qedrîcan berê xwe dide Şamê û di nav bilbilên Şadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û keserkûr in de cih digre.
Beriya ku wefat bike, gelek name ji lêzimên xwe re şandine. Gotiye min pir bêriya welêt kiriye û ez dê rojekê vegerim.

Lê mixabin ev xwesteka wî bi cih ne hat.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder