10 Kasım 2009 Salı

BÊYÎ TE MIRIN ÇEND CARE?



Çawa rengê xwe yên bi hezar salî barkir û tu çuyî
Ez hiştim tariyê de
Ewrên reş dibarin li ser emrê min
Emrê min kor e bêyî te ketiye tariyê de…

Şev ne şevin êdî
Dibin zebaniyên cehenemê
Pêl bi pêl dikişînin rihê min
Roj ne bêyî te rojin
Dibin pêt û agir
Dibarin li ser hemû demên min…

Ez digirîm, çavên min bê hêsir…
Dikenim rûyê min bê dev û lêv
Hemû helbestên min sêwîne
Pênûs bêbexte êdî bi tunehîya te de…

Yar!
Ne bêje tu dijî ey yaar!
Tunehî mirin e, dimirim hezar car…


Ozhan Hakan

     
Ozhan Hakan Kî Ye?

Ozhan Hakan (bi Tirkî Özhan Hakan) 1976.
Helbestvanekî kurd e bi giranî helbestên xwe bi Tirkî dinivîse cerribînê wî yî yên Kurdî jî hene. Ji Westan ê ye navça giredayî bajarê Wanê. Helbestên wî ye Tirkî di kovar û rojnaman hatiye weşandin.

Di helbestên wî de evîn û hezkirina civakî û welat di dengekî de ye.

Niha helsbetên xwe di înternet ê de diweşîne.
     
     
     

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder