10 Kasım 2009 Salı

Bikene


Bi kenên te
Gul vedibin
Li rûyê nazenîn.
Bi kenên te
Evîn diweşe
Ji lêvên hungivîn.


Bikene
Bi kenên te, dem pir xweş e
Jiyan, bi kenên te dimeşe.


Herdû çavên te yên sîn
Du çemên hênik in
Li ser dilêm diherikin
Xem û xeyal nahêlin
Bûne hêvî dibirikin


Bikene
Bi kenên te, dem pir xweş e
Jiyan, bi kenên te dimeşe.


Receb Dildar





Receb Dildar ki ye ?

Di sala 1958an de li Amedê hatiye dinyê. Xwendegehên pêşîn û navîn li Amedê ya mamostatiyê li bajarê Kırşehirê xwendiye. Ji ber xebatên siyasî qasî çar salan di Girtîgeha Amedê de mayê. Xebatên xwe li ser zimanê Kurmancî dike û di vî warî de, di gelek kovar û malperên Kurdî de gotarên wî weşiyane. Şi‘rên wî bi navê “Kewê Canê” hatine çapkirinê. Romanek Seyit Alp bi navê “Dewran”wergerandiye Kurdî û hatiye çapkirinê. Di pêşbaziya çîrokên zarokan Şaredariya Sûrê de bi çîroka bi navê “Şîno” xelata yekê girtiye. Dîsa dipêşbaziya kovara Nûbiharê de çîroka wî ya bi navê “Veger” xelata yekê girtiye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder