10 Kasım 2009 Salı

Buhar Nû Divejiya


dem hîna razayîbû li serbanê helbestek qedexekirî
di rojeke beyrûtî de pêrgî te hatim
matmayî û wendayî bûm
di nav bera ezman-derya û çavên te de!
kîjan çavên te ya-kîjan deryaye?
kîjan çavên te ya-kîjan ezmane?
ew avaza li ser lêvên pêlên derya
bi min re sema digirt-ne stêrk bû
dengê te yê şînbûê
yên xewn û helbestên min
zindî kirin û kilît kirin-ne şevên beyrûtê bûn
pêjna te ya kejbûê
min nuh bawerkir ku ez dînimê
de ji ronahiya dêmê xwe û
li ser pelek ji kenê xwe
Ji dînê xwe re niviştkî binivsîne
û di nav vê hêviya sêwî de min bilorîne


HOŞENG OSÊ



 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder