10 Kasım 2009 Salı

ÇOLISTANEKE BEDEWÎ

Tu kengî bigirî
Wê lehî li ba min rabe
Tu kengî bikene
Wê pirêzeyên min bişewitin ji germa
Tu kengî çavên xwe yî xezalî veke her sibe
Wê emrekî din ji serê min derbas bibe
Tu kengî min li çolistaneke
Bedewî
Bihêle
Qubbeya min enîya te ye ey yar!
Mijankên min jibo te limêj dikin
Bi her çav vekirina xwe

Şêxmûs Sefer
     
Şêxmûs Sefer Kî Ye?

Şêxmûs Sefer helbestvanekî kurd e. Ew di sala 1977'an de li Mêrdînê hatiye dinyayê. Niha li Amedê dijî û endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ye.

Berhem

Bîstan hatin berdan. Helbest, Weşanên Lîs, Amed, ISBN 975-6179-18-X.
     
     

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder