10 Kasım 2009 Salı

Derdê Işq


Alem eger çî qal tikin, ez ê bêjim ji derdê işq
Qetlim eger helal tikin, ez tibêjim ji derdê işq


Mûnkirî vê ji mêj in ew, ji dîrîyê dibêjin ew
Xûnim eger tirêjin ew, ez tibêjim ji derdê işq


Ji derdê işq evan tibêm, zahirê xem eyan tibêm
Sirrê xefî beyan tibêm, ez tibêjim ji derdê işq


Hizar eger înkar tikin, men’ê min ê xemxwar tikin
Er wekû min bîdar tikin, ez tibêjim ji derdê işq


Me bi xom vekû kû tû b’kim, bi notqê işqê deynekim
Willah neşêm kû ez wekim, ez tibêjim ji derdê işq


Işqê mecazî nîye ev, bê beseran nediye ev
Dîsa li min vejîye ev, ez tibêjim ji derdê işq


Işqê Hebîbê meinewî, min tike dîsa mûnzewî
Zûr ku tikit li min qewî, ez tibêjim ji derdê işq


Işqê li min ku cûr tike, dêwê recîmî kûr tike
Dîsa li min ku zor tike, ez tibêjim ji derdê işq


Ji derdê işq tinalim ez, mestê ti wecd û hal im ez
Bayê bero wîsal im ez, ez tibêjim ji derdê işq


Şicûş im ez ji nîv remeq, dersê xemê û meh sebeq
Çû ş’kûvetê li balê Heq, ez tibêjim ji derdê işq


Ew kewa min tikû pigav, zert dibû rengim û bav
Dîse ku soht cerg û hinav, ez tibêjim ji derdê işq


Heta ku Xelwetî heye, aşiqê bêgavê te ye
Her tezmîmî ku lome ye, ez tibêjim ji derdê işq


Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî (1588-1674)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder