10 Kasım 2009 Salı

Em Herin li Dû Xwe Rê Bipêçin




1.
Tu kes bi dû me nakeve

2.
Bihêle bihêle jênin devê te
Ji sergulî bixwin

3.
Koç meke
Wê rê li dû te bar ke

4.
Kî bang dike.Bihna te ji laşê min tê ye
Ji keras dûrî ji min û kolanan

5.
Li ser helwesta xewnan
Ristên xwe bi dar dixim

6.
Ku tu werî berbang
Wê desmalê xwe bavêje
Ser milên şevê

7.
Ez namirim berî xwêde
Bi ser birînên min de xwar be
Namrim
Bêrî mûsik li ser destên te raweste
Helbest zimanê xwe dirêjî
Sola canêmin ke
Namrim tu carî
Beri ku te bi hezkirinê bikujim





Can Bapîr ki ye?

Di sala 1971'an de li gundê Gundê Biçûk yê girêdayî bajarê Kobanê hate dinyê.


Berhemên Wî


.Gewriya Helbestê Za
.Biryarên Guneh
.Sing(roman)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder