10 Kasım 2009 Salı

Ew Tav Leylan û Çavên Te


Ne ew tav bûya
Min ê çardeh qirnan
Av vexwara ji wan her du kanîkan
Ew tayên porê te
Min ê di hemû çepera dil de biçanda
Bi emeletî xwe hilkira heta çongê
Bêr di dest de
Di hênikahiya her sibehên xwedê de
Av bidaya



Wexta ku te got ‘’hezkirin bi te re nemaye’’
Kelemên peyvên te li keziba evîna min ketin
Xwîna lokekî jê çû


Ne ew tav bûya
Evîna min a birîndar nedibû leylan
Û li ber çavên reş winda nedibû


Ew çav talde bûn
Çilê havînê li ber siya wan
Çilê zivistanê
Ji ber pûk û bandebê tê de distrîm


Te got ‘’hezkirin bi te re nemaye’’



Ez ê rahêjim şûr û mertalê xwe
Behrîbelek ji mîrzê mihemed bixwazim
Û derkevim seyda peyvên ji çavên elsayê re nehatine hûnandin
Berê xwe bidim paş çiyayê qaf


Mirin ketiya çavên min
Bi xezebeke mezin
Rişmê li behrîbelek berdim
Û bi çiya û geliyan kevim
Di ser lat û zinaran re
Gur û wawîk
Şevreşk û cin
Veciniqin ji agirê ber lingên hespê min



Û ku hê jî kela min nerijiya
Ez ê bibim mihemedê seîd axa
Xwe berdim binê sînema amûdê
Sisê bi sisê
Çar bi çar
Zarokên kurdan hembêz bikim
Û dîsa vegerim
Yekî din
Yeke din xelas kim
Heta ku textên bin lingên min herin xwarê
Û ew bibe cara dawîn
Ez jî bişewitim tê de


Ez ê bi gelek peyvan evîna xwe nexş bikim
Dilê xwe pê ve bikelînim
Û bi xwîna xwe rengerengî bikim
Bînim diyarî te bikim


(…)


Cemîl Denlî





Çend beş ji helbesta ‘’Ew Tav Leylan û Çavên Te’’
Ji pirtîka ‘’Tav û Leylan’’
Weşanxaneya ‘’bajar’’, 2oo4

 

 Cemî Denlî Kî Ye

Cemîl Denlî, helbestvan û wergêrekî kurd e..
Di sala 1968'an de, li gundê Qoserê, li Diemê ji dayik bûye.
Li Enqereyê, li Zankoya Hacettepeyê, Para Ziman û Wêjeya Fransizî xwendiye.

Ji sala 2000'an bi vir de ye li Swîsreyê penaber e.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder