10 Kasım 2009 Salı

Ez Bexîl im


porrê xwe nede ber bê
ez ê ji pîgmentên rengê hêviyên zarokên bêmal
tiliyên xwe birengînim
û ez ê bikim şehik ji porrên te yên hevrîşmi re
mîna mîkrolîtekî antîk û yekta


ez bexîl im
Bişkokên ber xwe bi hev de
bila tu ba xwe negihîne sînga te
ez ê çavên xwe ji sînga te re bikim bişkok
û bibim pawan
li ber sînga te
bi temenkî sedsale.


mîna rûpêlên rojnameyeke zerbûyî
yek bi yek temenê xwe ez ê li ber deriyê sînga te
ber bi bayê biyanî de berdim Gulperî


berê xwe nede rojê
bila tîrêjên rojê bi camerî biteyisin
xweşikbûna te bes di tariya dilê min de
bila şax bide
Ez bexîl im Gulperî
ji ber ku tu dilperest î
Ez te ji rebbê alemê jî dihesidim.


Robîn Şerna



Çavkanî : Kovara Çirûsk Hejmar 5

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder