10 Kasım 2009 Salı

GAZIN


Çavên min bide, generalê min
Tu çavên min bide ji kerema xwe!
Te du çav hene generalê min
Min ew winda kirin, û du destên xwe!
Ez Memedê te me, generalê min
Te ez şandim şer, û te ne got min
Şerê ku tu diçiyî çavan jî dixwe!


Arjen Arî





Arjen Arî Kî Ye?

Arjen Arî nivîskarekî kurd e.

Arjen Arî di sala 1956'a de, li herêma Mehsertê, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'a de Enstituya Perwerdeyî ya Amedê beşa zimanê tirkî qedand. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976'a de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyeké di hepsê de ma. Ew berdan,lê helbestên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel ku weke cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sê malikan (beytan) pêk dihat.

Piştî 12ê Îlonê de ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992'ê li navçeya Nisêbînê li ber deriyé mala xwe rastî êrişekê çekî bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî.


Berhem

* 2000 Ramûsan min veşartin li geliyekî, Weşanên Avesta, Helbest
* 2002 Ev çiya rûspî ne, Weşanên Avesta, Helbest
* 2003 Destana Kawa, Weşanên Elma
* 2006 Eroûtîka, Weşanên Lîs, Helbest
* 2008 Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok
* 2008 Şêrgele, Weşanên Avesta, Helbest

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder