10 Kasım 2009 Salı

Heke Tu Biçî Wê Kavil Bibe Ev Bajar




Heke tu biçî wê kavil bibe ev bajar, çivîk jî wê biçin
ez ê mîna rûbarekî, bêdeng bibim di rûyê devê çemê te de
Em li navnîşanên xelet bûn, belkî jî em bênasname bûn
dibû şaşwaziyeke kej hemû ronahî
Yên tenê em bûn qey, bênavber baran dibariya
ma em diqefilîn gava kulîlkên hinarê dilerizîn


Ku tu biçî wê kî av bide rihanan
çivîk wê xwe bipenêhin kuderê gava ku bibe êvar


Li bêdengiyê guhdarî dikim niha û li bêhna te
li ciyê ku tu bêdeng dimînî tiştin dişikên
li bendemayîn dibêjim ji kolanan re, tu kûr difikirî û diçî
ez navê te dinivîsim li hemû rawestgehên otobûsan
hemû ciyên me lê hevdû maçî kirine bi navê te tên hildan
bi ser de ez te li bêdengmayînên xwe zêde dikim


Bêsilav û bêkelam em bigerin li kûçeyan
belkî bi me re ronî bibin hemû varoş
li dû heps dimînin, seqemên bizingar
dostên ku em navê wan nizanin dimînin bi tenê
em wan dixin dilê xwe, wan germ dikin
em ê nebin qardiyan umrê xwe re her êvar


Ku tu biçî wê berf bibare li kulmên min, tu yê biqerisî
wê bibe bêdengiya xezalekê li van deveran eşq


Ronahiyên bifiyaqe vêdikevin di panoyên reklaman de
bênavber zêde dibin kuştinên kujerên wan nediyar
û çivîkên mirî tên firotin li hemû gulfiroşan
ji dêvla binefşan, nêrgizan çivîkên mirî
dengê avekê bêhna rihanekê niha şewatên
dûr di bîra miriyên ciwan dixe êdî


Li qehwexaneyên bûlvarê dixaneke erebesk
mij û xwekuştin digre bir ser hemû bîraxaneyan
kunyeya vî bajarî diyar e êdî û bêdengiya te
dibe serhildan milyon caran, ma qey ez nizanim
hela tu were hembêza min, bila destên te gipîgerm bimînin
dewriye digrin ser malên hatine tarîkirin dîsa


Heke tu biçî wê kavil bibe ev bajar çivîk jî wê bimirin
ez ê bibim tofanek li hemû ciyên ku tu bêdeng dimînî


Ahmet Telli

Werger : Lal Laleş
Çavkani : www.xwejen.blogspot.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder