10 Kasım 2009 Salı

Helbest Fedîkir


Li kolanê vî bajarî,
Rû li ber grî,
Eniya çavê wî
Ji kulên kûr
Derdê bê dermen qermiçî
Zilamek,
Xuya bû,
Zeman bê fedî
Wî aveti bû dûr.
Wek şêrek kedî,
Qefes li dilê wî diçirî…

Aliyek çavê wî
Li erdê dinêrî,
Aliyê din,
Dîrok di anî ji Selheddîn.
Eniya giyana wî di veşart,
Xal û xetê kêrt û kêrt…

Min nihêrt,
Ev kûr bûn tê ji esalet,
Bi vî halî min bang lê kir;
“mamo, ev çi derde û ev çi sefalet? ”

Fam fedî kir,
Serê xwe da ber xwe,
Xwest pişt bide me.
Dema dûr bikeve zeman,
Bîhna xwelî serî alav kir.

Go:”lawo,
Te çima derdê min vekir? ”
Bila jiyan tunebe,
A ne serbixwe! ”

Fam fedî kir,
Bi fam re mam fedî kir.
Dem tûnebûn afirand,
Ewr û esman,
Kevirê kolanan,
Avên newalan
Dil kirin zaferan
Ax fedî kir.

“Tu dizani mamo,
Xelasbûn be ger,
Çûna te,
Fermo her
Ji xwe re biger…”

Sekinî
Û bi awayek vala,
Li min nêrî…
“Lawo, tu çi dixwazî,
Here bijî bi serfirazî”

Tari hat dilê me,
Û bû êvar,
Mamê kal kir hewar….

Ewr fedî kir,
Çavê wî tarî kir
Û mam devê dilê xwe vekir.

“Bese indî min kuşt ev derd”

Hati alî minê rastê,
Xwe bi ser min de xwar kir,
Û dest pêkir…

“Lawo, ez axayê heft gunda,
Mala mina mezin
Tucar xalî nin bu,
Ji heval û mêvana.”
gotin bivin korucî,
mal û dilé min şewitandin,
van kunda.

Gotina bav û kala,
Me xwest jiyan bi xîret.
Torînê mala zala,
Ne dîbû jibîr bikin ev şîret”

Ji dil hat bijangê,
Wek takî baran dilopek.
“nan di mal da nîne gepek,
Ne heval, ne dost ne kesek,
Nema parsûyek li ber sîngê…

Bûka min nayê mal,
Heta nîvê şevê,
Qîza min,
Qot û rût,
Ne xeme jêre ev kal…
Newêrim bigerînim vê lêvê”

Ne anîn serê me,
Fransî, Îngilîz û rûs,
Ma law qey ne eybe,
Ji dest çû,
Rûmet û namûs…”

Mala meya mezin ev payîtext,
Nîşan bû ji mera,
Ji roja teng re serwext.
Lê, dinêrim
Ji çar alî dibezin
Ji bo bînin xwarê,
Xîret ji ser text.
Van zaliman her roj me dikujin,
Me bi saxî dixin gorê ev bêbext…

Indî dereng bû şev,
Me soz da hev
Ji bo rojek din…

Me xatir xwest,
Min avêt destê wî dest,
Bi lêvên paqij maç kir,
Wî jî eniya min Sertaç kir.

Suleyman Ekmiş






Suleyman Ekmiş Kî Ye

Di sala 1971 ê de Li Amedê hat Dinyê. Di hinin Kovar û Rojnama de rêvebertî kir. Zanistî ya Civakî xwend şêwirdarê rêvebirî ye û aboriye ye. Heman demê bi bazirganî ye mijul dibe.

Helbestan bi Kurdî û Tirkî di nivîse. Pirtuka wî yekem bi Tirkî bi navê ‘Sözün Önü’ (Pêşiya Gotinê) –helbest- heye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder