10 Kasım 2009 Salı

Hêvî Cejn e

     
     
Hêvî Cejn e

Cotek şekalên nû,
di binê balîfa min de,
Destê min di paxila diya min de.
Min çavên xwe bi lez girtin,
ji bo bi lez sibe bibe…
Sibehê cejn e!..

Du roj heya nîvro rojî bûm,
Dîya min ew dirût, bû rojek.

Di tûrê min de hêviyên gelek,
Reng bi reng şekirên cejnê.
Her reng hêviyek…
Dilbiçûk, hêvîmezin bû zaroktîya min.
Kê ji min girt nizanim.
Nayê bîra min…

Bêrî Bihar



Bêrî Bihar Kî Ye?

Bêrî Bihar li gundekî Êlihê (Batman) ji dayîk bûye. Di sala 1995 an de Enqere Zaningeha Gazî beşa mamostetiyê kuta kiriye. 5 salan wek mamoste xebitiye, da ku kirasê karmendiya dagirkeran ji tengahî we haniye ber fetisandine, ew ê dev ji vî karî berdaye û jîn û dema xwe ber bi Kurdewariyê ve ajotîye. Mijara helbestên wê piranî jin û jiyana jina Kurd e. Heya niha du Dîwanên wê bi navê;

-Qeşem (Stembol 2002, weşanên Sî- Weşanên Avagon),

-Buwariya Hestên Lerizi (Stembol 2005, Weşanên Avagon) çap bûne.
Li gel karê helbestvaniyê çîrok jî mezin û piçûkan re dinivîsîne. Çîrokên zarokan weke rêzepirtûk ku ji pênc çîrokan pêk tê ji hêla weşanên Avagon ve weşiya.

Helbestên Bêrî Bihar di gelek rojname, kovar û malperan( Kovara Pênûs, Rewşen, Hîwa, Rojnama Agirî- Hewler, Kovara Soera- Hollanda, Malper Kaniya Helbestan, Mehname û wekî din) de weşiyane.


Berhem

• Qeşem (Stembol 2002, weşanên Sî- Weşanên Avagon),
• Buwariya Hestên Lerizi (Stembol 2005, Weşanên Avagon) çap bûne.
• Bêrî Bihar û Antolojiyên Helbestên Kurdî
• Sara Seri, Pirtûkên Zarokan

Çavkanî: www.beribihar.com/
     

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder