10 Kasım 2009 Salı

Hêvî û Tixûb



Ez pirtûkeke bê zimanim .
Di şeveke tavaheyvê de
li pişta kaçaxçiyekî Kurd
tixuban diqetînim .
Li piştrûyê eniyeke bi xwêdan
sebrê dikişînim .

Heta ku ; diçe destê lalan
asê ye deriye min .

Şivan AR



Şivan AR Kî Ye?

Şivan Ar (Zeren); Sala 1984'an li Stenbolê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji bajarê Cizîra Botan e. Li Zanîngeha Anadolu, beşa Karsaziyê dixwîne û li weşanxanêya Avesta yê dixebite. Xeynî helbesta çîrok, mîtolojî, fabil jî dinivîsîne. Nivîs û helbestên wî di hemû kovarên Kurdî de derdikevin. Helbestên wî bêhtir li Stenbolê derbas dibin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder