10 Kasım 2009 Salı

Ji bo payîza par





Dibêjin zimanek heye
Bi wî zimanî gul û kulîlk, ken û girîn qedexe ne
Tu dikarî li navenda Rojhilatê pêrgî xemxwarên wî bêy.


Dibêjin li quntara Çîyayê Sîpanê kanîyek heye,
Nîşana evîna Siyamendekî bo Xecêyekê
Karwanî tîna xwe dişkênin.

Dibêjin li Cizîra Bota medreseyek heye,
Tu dikarî li ber sîya dîwarekî sor rûnî û
Bi helbestên melayekî sermest bibî

Dibêjin li Diyarê Bekiran goristanek heye,
Tu dikarî êvareke payîzê reşgirêdayî li ber kêla
Evîndarê peyva zimanekî qaçax rûnî û
Guhdariya hawara Dîcleyê bikî.


''Di duyemîn salvegera koça Mehmed Uzun de
em wî bi bîr tînin.''



2009-10-11




Hamit Kahraman
Remzî Kerîm
Mehmet Balta
Nevîn Baykal
Keya Îzol
Haydar Diljen
Fayzeh Nikdin
Ismet Uzun
Vahab Bilgec
Fikret Gunaydin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder