10 Kasım 2009 Salı

LI DÛ MA



Dewra peyvên ku ji tûrikên dengbêj û helbestvanan ketine li dû ma.
Şerrê pehlewaniya dilê min ku çi gava çav li te diket şûrê xwe dişikenand û sûnd dixwar ku wî ê nema çek
û rext û şûr û mertal girê bidana û dibû zarokek, sêlekekî li ber dîwaran li tenişta te…
Li dû ma.


Bi bişirandineke te qesas li xwe mukir dihatin
Û digotin ku qesasnediyar di eslê xwe de diyar e.
ji xwe de diyar bû.
Lê ew giş li dû man.


Wê rûpela zer ku te tê de nameyek nivîsandibû ji min re tê bîra te?
Te gotibû : berî niha bi çar hezar salan, yekî dil dabû jinekê, ji tirsa hêza evîna xwe, çûye xwe avêtiye bextê Xwedayan.
Ji bo ku ji kesî re behs neke û kesek jî ji wî re behs neke xwe kerr û lal kiribû, ji bo ku wê nebîne û kesî jî neşibîne wê, xwe kor kiribû.
Bi salan xwe di wê şikeftê de veşartibû.
Hinan bi dû re ew bi zorê ji wira derxistibû.
Dildara wî ya ku jê re hatibû behskirin ku vî zilamî ji bo evîna wê li xwe weha kiriye, gava bihîstibû hatibû cem wî.
Zilêm ew ji bêhna wê naskiribû, lê gotibû « ev ne ew e. » û dîsa vegeriyabû şikefta xwe û heta ku miribû jî kesî nema wêrîbû bi ser de biçûya
Xelkê bi dû re dîtibû ku dîwarên wê şikeftê tev bi sûretên dildara xwe vekolandine û xemilandine.
Te behsa wî zilamî û evîna wî kiribû ji min re


Dema wan evînan li dû ma
Destnivîsa te ya li ser wê kaxeza zer jê çû
Lê hemû xêzên rûyê te di bîra min de man
Tu bûyî wêneyekî kevin ji demsaleke kevin
Ew hemû dem, hemû li dû man.



Qesas li xwe mikur tên û
Dibêjin ku qesas nediyar di eslê xwe de diyar bûn
Ji xwe diyar bûn
Û me ji berê de zanîbû
Lê ew giş li dû man


Zarokên vî zemanî zû dixapin bi derewan. çîrokên keçikên ku bi sêvekê mirar dibûn û bi ramûsanekê şiyar dibûn, vejiyane. Ew kesên ku hatine kuştin ji kîsê xwe çûn.
Ez û tu û bîraniyên kuştiyên xwe..
Heqê me tuneye ku em dilê xwe ji kesî bigirin.
Heqê wan tuneye.
êşa me li ser navê me ji bîr bikin...


Zarok xwe bi qeleman û bi helbestan dixapînin.
Yên ku tu pelan naxwînin bûne Xwedê...
Ka bêje, çima di binê hemû xêliyan de derew hene?


Li baxên ku gur lê diçêrin namînim.
Li şaxên ku çeqel ketinê namînim.
Li warên ku derew hatinê namînim.
Welatê ku xwîna rijiyayî ji bîr kir
Bila xerab bibe...


Ez nehatim aştiyê gewrê...
Diçim mala cîranan
Tasek di dest de
Ji bo piçekî şerr
û piçeki jî namûs
Yê ku êşa xwe ji bîr bike
Ne ji pişta bavê xwe ye


Welatê ku xwîn ji bo wî rijiya
Ne tu welat e...


Belê gewrê...
Şerr xelas kirin, lê hê derbên min û te hebûn...
Ez ê neçim aştiyê...
Tu rêya wê şikevtê dizanî
Wî welatê ku ku êşa xwe ji bîr bike
Ne yê min e...


Qesas li xwe mikur tên
Yê me, ne xema me ye...
Me hêviya xwe bi Xwedê û pêxemberan giredaye...


Dîsa jî tu têyî
Di segurka êvaran de were
Bila kes te nebîne
Çi dibe çi nabe
Dijminên me hene..


Îbrahîm Seydo Aydogan




Îbrahîm Seydo Aydogan Kî Ye?

Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan (*1976 Qoser) nivîskarekî kurd e.

Romannivîs Îbrahîm Seydo Aydogan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Heta lîseyê jî xwendina xwe li wê derê kiriye. Di sala 1993an de beşa mamostetîya edebîyatê ya zanîngeha Dicleyê ko li Amedê ye kar kir. Di sala 1997an de ji zanîngehê mezûn bû û li Stembolê li lîseyekê dest bi mamostetîya edebiyatê kir. Di ber mamostetîyê re edîtorîya kovara kurdî ya edebî Pelînê kir.

Ji destpêka sala 2001ê ve li Fransayê dijî. Di sala 2003an de, li Zanîngeha Sorbonê, li ser Victor Hugo û romanên dîrokî, bi navê "Parîsiyên sedsala 15an di Notre-Dame de Parisa Victor Hugo de", lêkolîneke masterê kir. Wî di sala 2006an de jî, li Zanîngeha Rouenê, tezeke doktorayê li ser "wext, hevokên kompleks û lihevkirina wextan di romanên kurdî de" amade kir.

Ibrahîm Seydo di şanzdehsalîya xwe de dest bi nivîskarîyê kir. Piştî çend salên ko bi tirkî nivîsand û hin nivîs û helbestên wî di kovarên edebî yên tirkî de hatin weşandin, di sala 1996an de bi temamî dev ji tirkî berda û ji wê rojê ve ye ku tenê bi kurdî dinivîsîne.

Aydogan heta niha sê pirtûk nivîsandine. Romana wî ya pêşiyê »Reş û spî« di sala 1999an de derket. Romana wî ya duyem "Leyla Fîgaro, dı sala 2003'an de derket. Pirtûka wî ya sêyem "Hezkiriya Xwedê" ko ji şeş çîrokan pêk tê, di sala 2005an de çap bû. Herweha pirtûkeke wî ya helbestan, xebateke wî ya li ser rexneya kurdî ya edebî jî hene ku hê nehatine çapkirin.


Û niha xebatên xwe yên rexneyî amade diki, ku biki pirtûk. Ew ê di sala 2012'an de, di 20 saliya kuştina birayê xwe de derxe.





Berhem

• Reş û spî , roman 1999, weşanên Dozê
• Leyla Fîgaro, roman 2003
• Hezkiriya Xwedê, çîrok 2005
• Wechê te Diyarbekirê tîne bîra min (helbest, 1996–2002, neçapbûyî).

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder