10 Kasım 2009 Salı

Mem


Ez ji mêj ve bûme Zîn
Xwezî quncikekî dilê te jî
Mem bûya


Lê dîsa jî
Ji bo bibim xwediyê xewneke li ser sînga te
Ji bo xwe bixemilînim bi bîhna te
Çavan miz bidim li berbange te


Sekinî me bi ruhekî betilî
Roja ku tu yê werî
Ez û bûkikan
Em ê hinne bikin por û tilî


Gûlîzer





Gûlîzer Kî Ye?


Gulîzer helbestvaneke kurde, ji Amed e ye. Pirtuka wê ya nû di nav weşanên avesta de hat weşandin.

Li Amedê hatiye dine. Zanîngeha Dîcle yê beşa mamostetiya îngîlîzî xwendiye. Piştî xelaskirina zanîngehê dest bi mamostetiya zimanê îngilîzî kiriye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder