10 Kasım 2009 Salı

Mîr Qasimlo

Platon lal..., dinya kerr....mirin bi herk... ev evîn zarok....zarokek bêar..


Lûleper:



Ji bo wê- Jina xewnên bi efsûn.


WÊ.

1

Beytik dikalînin bi hatina te re.... Xefirîner şerbetê vedixwe di vî şeva xeyidî ku bi hatina te re mîna ramûsaneke dilînî dibişki ve...
Di navîna du çîyayên kenbar de, tu abîdeya watedar î yê ye ku mîna herkek volkanîk...
Dengvedêr î û pêdeçûnek kûr a noqbar.....



2

Ne hêzxeyala Platonê dînik dikare te haş bike û ne jî tiliyên edebekî wêrek te bigire û di tariya şevê de bike mûma ronîbar a rêveker...
Edîb dest girêdayî...
Gerdûn lal û bê ziman...
Siwariyên tirsê cemidî cemidî..
Mirin ji bo xwe li cawek kefenî digere..
Mîna beredayiyek..
Û Platonê zirdîn matmayî ye ji dilniwaziya te...


Û...

Û “Lingên xeyalên dixwazin bigihêjin bin siya ava ku agir vediguheze xasgulpaxçeyek çiqas dereng bilivin, hesta gerîner jî ewqas bi kêf dibe”rengên tê yên jixweçûyî wiha difermîne Lûleper: Sembola hezkirinê, ey jina serser î...



3


Û tu hatî ji nivîngeheke tenhaya germbar, ji nava tiliyên jidildos û havîngerm..
Ya rastî ev lixwemikurhatineke ku ne porên gulgulî û ne temar û şaxên kivkarikê û ne jî buhaberziya xwedawendek dikarin bibin emsal ji te re..
Weke xizimeke zîvîn î, gustilkek avzêrkir î...
Çiqas zarokî mîna dayika xwe?
Çiqas jinî mîna xwediyê xwe û çiqas bi ahengî mîna şandeya xwe?
Dîn..
Jina delodîn ku li nik canabê Ezîzek veguheziye êvarek mor...



4

Te maçî nakim bi hesta mêr.
Lewra tu ne dayîneke xwedayî, erê berkenîneke binevşî ye ji gerduna lêvên xweda û xwedawendekê.
Tu zarokekî bêarî di kevçika dil de û karxezalekê çav ahû yî di navbera du gerdunan de...



5

Hezkırinek rengîn ligel avzuniyeke kûr ku rê li razana mêlheziyan vedike.Tu ji cîgehek hatî û te bi xwe re reng û deng anîn.
Dengên lalker..
Rengên komebar û bi girî û ji kamraniya abadînî wêdatir...
Edîb bêvin û bêqudret...
Xwêner destgirêdayî li dengvederiya te guhdarî dikin.



6

Heqî berevajî nabe. Ya ku te li xemla şevê kiriye mêvan, xwedî wesfên dilpak û aza û pakiyê ye mîna te Lûle...
Reng her gav xwe didin xwendin.
Mîna çeranûsa insên û pêşedama li çûyineke bêveger dipê.
Çûyîna ku sînoran dibezîne... û li ber siya şaxberdayiyekê, nalîna xwe derman dike..
Tu di xewnan de desmala destên pêdeçûna berev azadiyeke bi nirx î.



02/09/09 Nexweshxana Maînzê. Saet 23.
    Mîr Qasimlo
     
     
Mîr Qasimlo Kî Ye ?

Ez di sala 1980 de, li bajarê Mûşê, li navçeya Gimgimê hatime dinê. Piştî heyameke kurt ji ser bûyîna min re, malbata min koçî Bursayê kir.Wê demê ez hê şeş salî bûm.

Min dibistana sereteyî heta lîsê li wir xwend. Hema li pey kuta bûna lîsê re, min dest bi xebatên siyasî kir. Pê re jî, sê salan di kovara “Özgür Halk”ê de xebitîm û min li Stenbol, Bursa û Mersînê gerînkariya wê kovarê kir. Di dawiya sala 1999 de, hatim girtin û zêdeyî sê mehan di bendixanê de mam. Li pey hatim berdan, min dest bi amadekariya derketine derveyî welat kir.

Axirê ez di Adara sala 2000 de, hatim Almanya. Di sala 2002 de, min ligel çar hevalên xwe koma şanoyê ya bi navê “Koma Apem” ava kir. Xebata me du sal domiya û di demdariya du salan de, em bi du lîstikan ve li gelek bajarên Almanya derketin pêşberê temaşevanan.

Dû re kom ji ber sedemên navxweyî belav bû mixabin. Pê re jî min dest bi xwendina Kurmancî kir. Erê, ji sala 2004 vir ve ye ku bi wêjeya kurdî re bilî me û heta niha du romanên min derçûne.
     
     
     
     

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder