10 Kasım 2009 Salı

Neynik


Çavên te neynikeke şikestî bûn di dilê min de.


nebûna te
dibû benekî bigirêk
di qirika min de
keserek bi baskên baz difiriya
dihat li ser pûrtên sîngê min
hêlînek çêdikir


deng ji min dibiliya
bûdistekî dest bi ayînekî dikir
di şevereşa min de


mîna dojehê bişewat
mîna şeytanekî birûmet
û bi qasî xwedayekî ateîst bûm


Ehrîmen di tariyê de ez xeniqandim
ronahiya jiyana min tu yî
ji reşahiya çavên xwe
stêrkekê bide min yarê.



Mem Bawer


Mem Bawer ki ye?

Mem Bawer ; di sala 1973’yan de li Bismilê li gundê Safya ji dayik bûye. Di 1997’an de Zanîngeha Dîjleyê , Fakulteya Perwerdehiyê qedandiye. Helbestên wî di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Kulîlka Ciwan, Tîgrîs û Pîtoresk de weşiyane. Nivîsên wî yên rexneyî di kovarên Bîr, W û di rojnameya Azadiya Welat de weşiyane.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder