10 Kasım 2009 Salı

SITRÎ Û GUL

Lê lê kezîkurê!
Te agir berda cîgera mîn
bi kenê xwe ê payîzokî
were porê xwe ê qurîşk bialîne li dor
xeyalên min ên serîjêkirî
bi rondikên xwe ê ji agir bikewîne devê birînê


Lê lê kezîkurê! Bes, êdî nexemîlîne
kevalên ji cendekê min bi pênûsxwînê
di ser gîyana min de daneweşîne
tîr'ên kul û xem'an
Bi ava Zê av bide gulê kavlîstanê

Lê lê kezîkurê! nesojîne kezeba dax/ daxî
Kêl neke êş û janên peritî bi pozê şujinê
Qir û giryane, şerê xal û xwarzîyane
Lê lê çavnûtik awirşûrê
Bifirîne serê penceşêra Kurdistan ê


03.03.2009

Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar Kî Ye?

Navê min Dilşêr Bêwar ez ji Erziromê navçeya tatosê me.
33 salîme karkerek avahîsazîyê(înşaat) me û helbestên kurdî dinivîsînim
ji ber sedemên aborî li stenbolê dijîm.

Min heta niha di azadîya welat û kovara w de helbest diweşan, hê diweşînim.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder