10 Kasım 2009 Salı

TU

Çi be, bila ji dil be, guneh jî be, şerm jî be
Bila ji dil be


Te rengê porê xwe ji kudere dizê ye?
Ji ber pelên titênê dema didan ber rojê û hêşk dikirin
Bi serhişkîyek çiyayê an jî, ji bêhna zevîyên çayê bi kedekê mê hatiye stran
Hina jî digote rengê... Porê te ji savarê tê, dema diherên genimê bi destran,
Rengê porê te bi serdiket pêşîya bibe savar


Li ser rengên çavên te jî gelek kesan gelek serpêhati digotin
Dayikek pîr û serhişk,
Bi ewlehîya lewendîyên li ser destên qermiçîde hatin pêçan digote,
Rengê çavên wê ji darên welatekî nêr têne jinek din jî tena serê xwe
Bi tinêtîya xwe melul
Bi tinêtîya xwe qayim
Digote rengê çavên wê ji tinêtîya min tên
Carna melul in, carna qayim in


Te jî digote rengê porê min û rengê çavên min ji her du jinan tên
Te digote rengên min ji dilê min tên
Ez ji dibêjim çewan be, bila ji dil be


Hişyarê BOTÎ






Hişyarê BOTÎ Kî Ye ?


Di sala 1980' yan de li bajarê cizîra BOTAN ji dayik bûm... 2002' yen li zaningeha Dîcleyê min beşa Kîmyayê qutakir. Ji salên zaningehê heta roja îro, êş, jan, bêrî û evînên xwe bi zimanê xwe bi rêya helbestan bilêv dikim.
Cara yekem helbestin min bi rêya albuma ''Diljen Ronî'' ya bi navê ''Çend Gotinên Evinê'' derket pêşberê guhdarvanan.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder