10 Kasım 2009 Salı

Tu


Tu jana serdilê min î, ez serdilê jana te.
Tu hêviya belengaziya min î,
ez belengaziya hêviya te.
Tu nebûna dilşahiya min î,
ez hebûna kedera te.
Tu belayê şerê min î,
ez şervanê belayê te
û hêsrên bêxwediyan.

Tu dîroka min î, ez tariya te,
ya sedî salan
bi carek dîtina te
dibim stêrk
dikevim ronahiyan.

Tu li derya, kûrbûna hesretekê,
li deştan
hezar û yek rengên
ferîşteyên xwezayê,
li çiyan dûkela çar demsal,
heft bager
û donzde navên bi peyman.

Tu di tengasiyê de Xizir,
di dilşahiyê de Îştar,
di evînê de Xezal,
di şerê rûmet
û heysiyeta mirovayetiyê de
ya Şahê Merdan.

Tu di hestên bê berjewendî
û bê hesap de evîndar,
di şefqet û merhametên dostanî
û yaraniya gelan de
îdoelojiya min a dilsoz,
Tu hêrs û dijminatiya
li dij dagirker û zordaran
biryara serkeftinê
hawara serkeftiyan…

Tu roja min a bê lewtandî,
şeva min a bê sîber,
emrê min ê bê radest
û bê lawa,
bi hêza hebûneke bê sitar
tu heta dawî vejiyan…

Tu felsefeya bê xîlav,
zanyariya bê guman,
hûnera destê kedkar,
wêneyê bi heft rengî,
strana çil meqaman,
dûrîka heftê û du qewim,
bereketa herdu çem
awaza sê ziman,
û heft zarav,
tu Baxçê Eden
neh şêveyên bihûştan…

Tu tariya radestiyê dikî roj,
dojeha xwe biyaniyê dikî jan
min bi min didî naskirin.
Tu raza hebûna kesayetiyan.

Tu nebûna min î, ez hebûna te.
Tu êşa min î, ez dilşadiya te.
Tu mirina min î,
mirina min
her ji bo te jiyan…

Tu nebûna xwe bidî min,
ez xwe ava dikim.
Tu hebûna xwe bidî min,
ez êdî dimrim
ji te û
zarokên te yên çavşîn re
dihêlim cîhan.
Tu hebûn û nebûna xwe bidî min,
ez dibim Kurşad,
tu jî Şahmaran…

Tu êşa xwe bidî min,
ez derman çêdikim.
Tu şahiya xwe bidî min
ez jiyan çêdikim,
Tu hêviyên xwe bidî min,
ez dilê xwe dikim meydan
meydana şerê evînê,
Tu evîna xwe bidî min,
ez dibim welatekî
bê mal û mewdan
Tu bexta xwe bidî min,
ez xwîşk û birayetiyê çêdikim,
texta wekhev û dilşadan
dijminek jî namîne
evîna min û te
dibe dîroka însan…

Tu xebata min î, ez berhema te.
Tu xeyala min î, ez rastiya te.
Tu karê min î, ez karkerê te.
Tu helbesta min î, ez hozanê te.
Tu zanîna min î, ez nezanê te.
Tu seraya min î, ez eywanê te.
Tu berbanga min î, ez mexrebê te.
Tu şerê evîna min î,
ez jî evîna te ya bê şervan…

Tu destpêka dilşadiya min î, ez dawiya janên te.
Tu dengê dilê min î, ez bêdengiya dilê te.
Tu xweşiya jiyana min î,ez jiyana xweşiya te.
Tu pirtûka evîna min î, ez te dixwînim;
Tu deftera xema min î, ez te dinivîsînim.
Tu cezayê azadiya min î, ez te dikişînim;
tu deynê jiyana min î, ez her roj kêm dibim
pir dibe evîna te û axirê zeman…

Tu armanca min î, delala min,
porsora min, çavşîna min,
du çem û çar hêla min,
rojbûna min, peymana min,
Tu Dêrsim, Silêmanî, Mahabad û Koban
Tu Kirmanc, Kurmanc, Hewraman û Soran
Tu Kakeyî, Zerdeşt, Kûmsor û Bisulman
Tu Agrî, Xwedaperst, Kurdax û Lolan
Tu seranser welatê çeleng û lehengan…

Tu evînek û hezar birîn
Tu her guleke ax
her dilopeke av
her pêleke agir
û her nefeseke asîman…
Tu yara delal,
Tu awî zelal
Tu hawrê, hogir û heval
ta bêdawî Kurdistan…


Zeynel Abidîn Han




Zeynel Abidîn Ki Ye?

Zeynel Abidîn Han nivîskar, helbestvan û weşanvanê Kurd e. Li gel weşangeriyê di salên 1985-89 an de li Enqerê di zanîngeha Ziman-Dîrok û Cogrrafiyayê de felsefe xwendiye û dû re bi demekê ve mamostetiya felsefê kiriye. Piştre ji ber sedemên siyasî mecbûr maye û derkeftiye Awrupa. Vê gavê li Berlînê di sirgûniyê de dijî.[[1]]

Han li gundê Gimgim a Mûşê Qilçixê (bi Tirkî navê wê kirine Aydınpınar) ji dayîk bûye. Ji ber ramanên xwe yî kurdewarî gelek caran ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye zîndanîkirin. Bi zaraveyên Kurdî Kurmancî û Dimilî (Kirmanckî) û zimanê Tirkî helbest û nivîsarên xwe dinivîsîne.

Zeynel Abidîn Han demekê li Berlîn edîtoriya Weşanên Evra kir. Weşanên Evra di navbera salên 2003-2007 de kar kir û gelek berhemên Kurdî weşandin. Weşanên Evra jiber sedemên aboriyê karên xwe da rawestandin. Di sala 2007 de kurê Zeynel Abidînî, Gazîn Onur Han dest bi karê weşangeriyê kir û Weşanên Han damezrand. Weshanên Han jî gelek berhemên Kurdî, telîfî û wergerî afirandin. Baskên Şikestî, Pêyamber (Xelîl Cibran), Gulistan (Şîrazî), Navên Kurdî (Hûsên Kartal), Xezala Warê Germiyan, Eniya me ji agir çi caran nexeyîdî (Zeynel Abidîn), Dîroka Împeratoriya Med (Ayhanê Bêrtî) ji van hinekan in. Zeynel Abidîn vê gavê li gel kurê xwe kar dike û edîtoriya Weshanên Han dike.




Berhemên wî


• Stran Digotin - Helbest, Weşana Xwe, 1995, Enqere
• Agir Digrî - Helbest, Weşanên Hoybûn, 1998, Berlîn
• Binefşên Tariyê - Roman, Weşanên Doz, 1999 Stenbol
• Çemê Keseran - Helbest-CD/Kaset, ARES, 2000, Stenbol
• Dûr û bê Qesem - Helbest, Weşanên Havîbûn, 2002, Berlîn
• Girava Sitêrkên Vemirî - Roman, EVRA VERLAG, 2004, Berlîn
• Dilê min Nehêşe Çi dibe - Helbest, Weşanên Evra, 2005, Berlîn#
• Bigrî Heval - Roman, EVRA VERLAG, 2007, Berlîn
• Xezala Warê Germiyan - Helbest, Weşanên Han, 2008, Berlîn
• Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî - Helbest, Weşanên Han, 2009, Berlîn

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder