10 Kasım 2009 Salı

ZAREMYA

Ez zaremya
bizmika zimanê min zengiya
û zeng firîdî ji keviya lêvên min.
Min dît.
Di çêja peyvên hêwişandî de…
Min tamijand bi zimanê zivrikî.
Rahnên xewlaneya hişê ferhengê qolinc girt.
Min dît.
Û mezin bûm ji nişkan ve.
Êdî di devê min de hilnehat ziman.

......

Zimanê li şêmûgê yê şeva bêpenah.
ji paxila diya min xewn xurucîn zengeloka min.
Tahmzilindar.
Min dît.
firidî pêsîra diya min ji biskên berbangê.
Ji şîr vebûm ji nişkan ve.
Rahnên xewlaneya hişê şevê qolinc girt.
Min dît
Û biçûk bûm ji nişkan ve.
Êdî di devê min de hilnehat pêsîra diya min.

.....

Awiqîn mar.
Danegeriyan xewnên xwêdayî.
Kirasrizyayî û kulek
di kefa destê min de.
Min dît.
Ava zikê xwe vexwar mar.
Bi cizbê ket cuzûyên bextê bavê min.
Min dît
Û mezin bûm ji nişkan ve.
Êdî di kirasê bavê min de hilnehat laşê min…

....

Sênga lêvên qelaçî yên nixuriya min
Di xurîniyeke xewle de talan bû
Min dît
Tofan bû
Û miriyên beriya tofanê
Di dexlê bêbext-an
Giriyê bêwext-an
Xencerên bêtextan de riziyan
Min dît
Û pêrgî rûyê egir hatim ji nişkan ve
Êdî ji bîr ve nebûm li tu mişextan



Îrfan Amîda


''Ji pirtûka ''Zaremya'' beşa yekem... ''Zaremya'' ji helbestekê pêktê..
Weşenxane: ''Lîs'', 2oo9.





Îrfan Amîda ki ye?

Di 20/ 11 / 1968 an de li Qesra Qelenderan ya girêdayî Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Qoserê û Lîse jî li Dirbêsiya girêdayî Qoserê û zanîngeh jî li Zanîngeha Dicle, beşa mamostetiya dîrokê qedandiye. Piştî zanîngehê 2 salan li NÇM'ê li ser folklora Kurdî xebitiye. Pîştî sala 1992'an dest bi mamostetiyê kiriye. demekê serokatiya Egitim sen ya şaxê mêrdînê kiriye. hê jî li Mêrdînê mamostetiyê dike...

Ji sala 1991'ê û vir veye bi Kurdî(zaravayê Kurmancî) dinivîs e. Ji bilî pirtûkên wî di kovar û rojnameyan azadiya welat, Gundem, Evrendel, Kovara W, Jiyana Rewşen û hin malperên Kurdî de nivîsîye. demêkê di azadiya welat de qunciknûsiya rûpela wêjeyê kiriye.


Berhemên wî

* dîmenên derizî
* nameyên nabersivin
* şopa neşuştî
* zaremya

Werger

Balgîfa Mar( werger ligel Lal Laleş)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder