10 Kasım 2009 Salı

Zembîlfiroş


Ey dil werin dîsan bi coş,
Carek ji caran mey binûş,
Bikin qiseta Zembîlfiroş,
Da seh bikin hikayetê.


Zembîlfiroş lawkê rewal bû,
Bi kilfet û ehl û eyal bû,
Husnekî Ûsif li bal bû,
Heq rizaqê qismetê.


Qewîn ew lawê feqîr bû,
Daymê xwedê debîr bû,
Pêşê xweda jêr bû,
Ew bi dest hemû sene'etê.


Şixulê wî selik û tebeq bû,
Qîmeta selikan wereq bû,
Dayma ew rast heq bû,
Pê debirî kilfetê.


Ew bi dest Zembîl bi dest,
Dibirê bazarê bi qesd,
Xwarin nan dihat bi dest,
Razî dibû qismetê.


Her dema selkan ku tîne,
Xatûnek jorda dibîne,
Bi dil û can dihebîne,
Dil kete pêla muhbetê.


Muhbetê keç mubtela kir,
Sur li carîya aşkera kir,
Lawikî qelbim cuda kir,
Min ji eşqa xew ne tê.


Law rast bû bi xwedêra,
Pir ji wê qenca dikêra,
Go min ji te navê tu zêra,
Tu min xilaskî ji zehmetê.


Xatûn dibê ev xeber tunîne,
Şerm meke, were nav nivîne,
Min bi te day evîne,
Da em bibînin hesmetê.


Law dibê tirsim ji xebere,
Dev hereme, têne riyare,
Agirek bi wan da dibare,
Narî cama şerbetê.


Xatûn dibê tu lawê beyanî,
Lew dibêm da tu bizanî,
Min tu ji bo dilê xwe anî,
Da em bikin misilhetê.


Law bi xatûne ra debetê,
Tu mixaziya dil devete,
Daym ji heq nekin vehetê,
Rû spiyin di axretê.


Xatûn dibêje bavêj xeyalan,
Were ser doşek û palan,
Bihn ke zulf û xalan,
Law dibe zilfê herîre.


Pîroz be lawê mîre,
Çi hede lawê feqîre,
Tev bide vê misilhetê,
...


Xatûn dibe lawê verêvan.
Were nav reyhan û sêvan,
Tu şekir bimêj bi herdu lêvan,
Şibhê cama şerbetê.


Law bide tu qenca temamî,
Her wekî şekir di camê,
Bi ser û p'eyan tu li min heramî,
Tirsim ji roja axretê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder